Ji sedî 97.8 kes perwerdeya bi zimanê Kurdî dixwazin

  • 14:41 17 Sibat 2025
  • Rojane
 
 
AMED - Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo-Polîtîk di çarçoveya “Bikaranîna zimanê dayikê û daxwaz”an de bi hezar û 285 kesan re anket kir. Hat diyar kirin ku ji sedî 97,8 kes dixwazin zarokên wan bi zimanê dayikê bên perwerdekirin.
 
Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo-Polîtîk di navbera 28'ê Çileyê û 11'ê Sibata 2025'an de li 22 bajaran anketa “Asta bikaranîna zimdanên dayikê yên derveyî Tirkî û daxwaz û hewldanên têkildarî zimanê dayikê” anketek amade kir. 
 
Anket online hate kirin û hezar û 285 kes tev li bûn. Ji Amed, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Erzîrom, Semsûr, Wan, Mêrdîn, Riha, Çewlig, Agirî, Antalya, Mêrsîn, Şirnex, Bursa, Dîlok, Êlih, Colemêrg, Dêrsim, Meletî, Edene û Sêrtê mirov tev li anketê bûn.
 
Li gorî encamên anketê ji her 5 zarokên kêmî 11 salî yek jê zêde bi zimanê xwe yê dayikê naaxive.
 
Her ku temen biçûk dibe, rêjeya axaftina bi zimanê dayikê jî kêm dibe. Ev rewş pêwîstiya bi tevdîran radixe pêş çavan ku ji bo zimanên dayikê yên ji bilî Tirkî bigihêje nifşên nû, ji aliyê qanûnî, civakî û malbatî ve tedbîr bêne wergirtin.
 
Profîla beşdaran: Ji sedî 97.5 ê beşdaran Kurd in û ji wan ji sedî 80.4 bi Kurmancî, ji sedî 17 jî bi Kirmanckî diaxivîn.
 
Axaftina bi zimanê dayikê li nava malê: Ji beşdaran ji sedî 41.7 li malê bi Kurmancî, ji sedî 35. jî bi Tirkî diaxivin.
 
Şarezebûna li ser zimanê dayikê: Ji sedî 33.9 ê beşdaran diyar kirin ku bi têrkerî bi zimanê dayikê fêhm dikin, ji sedî 27.2 jî bi têrkerî dikare pê biaxive. Lê belê rêjeya xwendina bi zimanê dayikê (Ji sedî 21.9 gelekî têrker) û rêjeya nivîsandinê jî (Ji sedî 19.1 gelekî têrker bû.
 
Sedemên kêmaniyê: Nebûna perwerdeya bi zimanê dayikê, polîtîkayên asîmîlasyonê û neaxaftina li nava malê weke sedemên sereke yên kêmaniya bikaranîn ziman hate diyarkirin.
 
Ji sedî 17.7 ê beşdaran diyar kirin ku zarokên wan perwerdeya bi zimanê dayikê werdigirin, ji sedî 97.8 jî ragihandin ku ew dixwazin zarokên wan perwerdeya bi zimanê dayikê werbigirin.