
Daraz îfadeya zarokan guhdar nake
- 09:02 17 Sibat 2025
- Hiqûq
Pelşîn Çetînkaya
EDENE- Êrîşên li hember zarokan zêde dibin û ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê yên darazê û îfadeyên zarokan esas nayên girtin, pêşî li sûcên nû vedibe. Parêzer Merve Şahîn da zanîn ku hatine astek wisa ku hewl didin ku delîlên şenber yên di bûyerên îstîsmarê de ispat bikin û balkişand ser kêmasiyên di pergala edaletê de.
Li Tiriye û cîhanê destdirêjiya li hember zarokan bûye pirsgirêkek mezin a civakê. Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), li seranesrê cîhanê ji sedî 25’ê mirovan di temenê zarokatiyê de destdirêjî li wan hatiye kirin. Her wiha ji sedî 20'ê jinan û ji sedî 8’ê mêran diyar dikin ku di zarokatiyê de destdirêjî li wan hatiye kirin. Li gorî lêkolîneke UNICEF’ê di 2010’an de kiriye li Tirkiyeyê di navbera temenê 7-18’an de ji sedî 51 destdirêjiya hestî, ji sedî 43 destdirêjiya fîzîkî û ya zayendî jî ji sedî 3 destdirêjî hatiye tespîtkirin. Li gorî lêkolînên akademîk piraniya zarokan bi destdirêjiya fîzîkî û hestî re tên rû hev û malbat ji bo zarokên xwe ceza bikin tundiya fîzîkî pêk tînin.
Di cezakirinên gumanbaran de pêkanînên wekê ‘ji rewşa baş daxistina ceza’ hêzê dide gumanbaran û ji ber polîtîkayên bi bandor li dijî destdirêjiya zarokan pêk nayên, rê li ber zêdebûna bûyerên bi vî rengî vedibe.
Parêzer Merve Şahîn der barê mijarê de axivî û balkişand ser rola darazê ya di vê mijarê de.
Di civakê de hişmendiya destdirêjiyê
Merve Şahîn got di civakê de kes di mijara hişmendiya mafên xwe de qelsiyên mezin dijîn û got: “Li gorî daneyên 2021’an yên TUÎK’ê ji mexdurên îstîsmarê yên serî li dozger dane 32 hezar jê zarokin. Li gorî daneyên 2023’an ev hejmar ji sedî sed zêde bûye û derketiye 66 hezar zarokî. Daneyên TUÎK’ê girîngin. Ev hejmar tenê hejmara ku serî li dozgeran dane ye. Yanî yên ku serlêdanê nakin hene. Ji malbatê ditirsin an jî dibêjin kes bi me bawer nake û serlêdanê nakin. Ne di ferqa vê de ne. Divê em li ser vê biskeinin. Kêmasiya mezin ev e. Di malbatê de îstîsmar tên kirin lê mixabin hişmendiya îstîsmarê tune ye. Divê fêrî zarokan bê kirin ku di bedena mirovan de cihên taybet hene û tu kes nikare dest bidê. Divê jin di vê mijarê de bibin xwedî zanîn.”
‘Gumanbar ji qanûnan hêzê digirin’
Merve Şahîn daxuyakirin ku yek ji sedema herî mezin a rê li ber vê vedike polîtîka bêcezahiştinê û feshkirina Peymana Stenbolê ye. Merve Şahîn wiha berdewam kir: “Bêcezahiştin bû sedema vê:Mînak kesek dibêje ez destdirêjiyê li zaork bikim wê tiştek nebe, ez ceza bigirim jî tu pirsgirêk tune ye.’ Peymana Stenbolê hat feshkirin. Piştî feshkirina Peymanê bûyerên wisa zêde bûn. Bêcezahiştin bû sedema zêde bûna bûyerên bi vî rengî.”
'Îfadeyên mexduran esas nayên girtin'
Merve Şahîn diyar kir ku daraz ne îfadeyên mexduran, tenê delîlên şênber esas digirin û got: “Piştî feshkirina peymana Stenbolê divê îfadeya zarokan esas bihata girtin. Lê ji vê rêgezê dur ketin.Em hatine astek wisa ku hewl didin delîlên şênber çawa ispat bikin.Mînakekê bidim. Mirovekî serxweş bi erebeya xwe pêşî li min girt û hewl da min bi zor bike wesayîtê. Tevî ez parêzer bûm tirsiyam û ji wir dur ketim. Min hema gilî kir. Niha zarokek 15 salî ev bijiya wê çi bibûya. Bitirsiya û li wesayîtê siwar bibûna wê çi bihata serî. Di vê bûyerê de ji ber kamera tune bûn dozgeriyê biryara neşopandinê da. Yanî li wir kamera hebûn wê îfadeyên min esas bihata girtin. Ji ber delîlên şênber tunebûn nehat qebûlkirin.”
‘Dayîna ceza têr nake’
Merve Şahîn daxuyakirin ku ji bo ev bûyer kêm bibin ceza tenê têr nakin û divê gumanbar jî perwerdehiyê bigirin û wiha dawî lê anî: “Di perwerdehiyê de kêmasiyên gel hene. Pir kes jî nizane ku ew rastî destdirêjiyê tên an jî tiştê ku ew dijîn destdirêjiya seksî ye. Dibe ku cezayên tawanan bên zêdekirin, lê divê qanûna îdamê jî li vir bê ber çavan. Divê hewl bê dayin ku bendên qanûnê bi taybetî di derbarê îstîsmara zayendî û destdirêjiya zayendî de girantir bibin û hemû ceza di girtîgehê de derbas bibin. Ji ber ku tenê cezakirin têrê nake.”