
Cezayê darvekirinê yê li aktîvîstên jin hatine birîn hat şermezarkirin
- 15:52 16 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteyên PJAK û KJAR’ê yên Ewropayê, li Brukselê li dijî cezayê darvekirinê yê li Îranê ku li aktivîstên jin tên birîn, çalakiyek protestoyî lidar xistin.
Komîteyên PJAK û KJAR’ê bi armanca şermezarkirina cezayên darvekirinê yên li hember aktivîstên jin ên Kurd li paytexta Belçîka Brukselê çalakiyek lidar xistin.
Çalakiya şermezarkirinê ya li ber stasyona Trenê ya Navendî bi pêşengiya KJAR û PJAK'ê pêk hat.
Di çalakiyê de pankartên weke "Na ji darvekirinê re, erê ji jiyanê re", "Jin jiyan azadî", "dawî li rejîma mollayên dîktator a li Îranê bînin", "Dest ji kuştina aktîvîstên Kurd berdin" û "Îşkenceyê bisekinînin" bi zimanên Îngilîzî, Fransî, Flamanî, Kurdî û Farsî hatin vekirin.
Di çalakiyê de wêneyên aktîvîstên Kurd Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî, Şerîfe Muhammed û Zeynep Celaliyan hatin rakirin.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya li ser navê PJAK û KJAR'ê de cezayên darvekirinê yên li Îranê bi tundî hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev biryar mînaka zextên sistematîk ên li ser kesên azadîxwaz û mûxalîfên li welat tên meşandin e.
Her wiha hat destnîşankirin, ku desthilatdariya otorîter dixwaze bi avakirina hewirdorek a tirsê, desthilatdariya xwe bidomîne.
Her wiha bang li civaka navneteweyî hat kirin ku li dijî zilm û binpêkirinên li Îranê helwestek xurt nîşan bidin.
PJAK û KJAR'ê, li dijî cezayên darvekirinê banga çalakiyan kirin û destnîşan kirin ku têkoşîna azadî, edalet û mafên mirovan ti carî nikare bê bêdengkirin.