Leyla Zana:Banga Ocalan derfeta dîrokiye

  • 21:20 16 Adar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN-Siyasetmedara Kurd Leyla Zana da zanîn ku êşa komkujiya Halepçeyê hîna tezeye û wiha got: “Ji bo dawî li komkujiyên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê bê anîn, banga Birêz Ocalan derfeteke dîrokiye.”
 
Siyasetmedara Kurd Leyla Zana, der barê 37’emîn salvegera Komkujiya Halepçeyê de daxuyaniyek da.  Leyla Zana li ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî got: “37 sal berê Komkujiya Halepçeyê li ber çavê hemû cîhanê hat jiyîn. Êşa komkujiyê hîna tezeye.”
 
Leyla Zana di berdewamiyê de wiha got: “Di salvegera komkujiya Halepçeyê de ji bo dawî li komkujiyên li Rojihilata Navîn û erdnîgariya Kurdistanê pêk tên, bê banga Birêz Ocalan derfteke dîrokiye. Gelek girînge ku ev bang bikeve jiyanê û veguhere pratîkê. Di aştiyê de em hemû berpirsyarin. Aştî berekete, jiyane