
Amnesty: Divê Werîşe Muradî were azadkirin
- 14:02 9 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi daxuyaniyekê daxwaz hilweşandina cezayê darvekirinê û azadkirina fîzîkî ya Werîşa Muradî kir û got Werîşe li dadgeheke gelek ne dadperwerane hatiye darizandin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AMNESTY) li dijî erêkirina cezayê darvekirinê ya Werîşe Muradî ji aliyê rejîma Îranê ve, daxuyaniyek belav kir.
Amnesty di daxuyaniyê de daxwaza hilweşandina cezayê darvekirinê û fîzîkî azadkirina çalakvana civaka sivîl a Kurd Werîşe Muradî kir.
Heman daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Werîşe Muradî di dadgehek gelek ne dadperwerane de hate darizandin û metirsiya darvekirinê li ser heye.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî tekezî kir ku divê rayedarên Îranê ji ber nebûna dadgeheke adilane, hemû planên darvekirina girtiyên siyasî hilweşîne.
Hêjayî gotinêye ku Werîşe Muradî di 1’ê Tebaxa 2023’yan de li nêzîkî Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên îtlaatê ya Îranê ve hate binçavkirin. Piştî nêzîkî 5 mehan lêkolîn û lêpirsînê, ji Navenda îtlaatê veguhestin beşa jinan ya Girtîgeha Evînê. Herî dawî di 10’ê Mijdara 2024’an de ji aliyê Qasim Selawetî ve cezayê darvekirinê li ser Werîşe Muradî hate sepandin.