Di mîtînga fînalê de posterê Abdullah Ocalan hat vekirin

  • 12:56 9 Adar 2025
  • Rojane
 
 
WAN- Di mîtînga fînalê ya TJA'yê ya li Wanê ya 8'ê Adarê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma "Em li dijî komkujiya jinan serî hildidin, ji bo azadiyê dimeşin" hatin vekirin.
 
Li Wanê bi hezaran jin beşdarî mîtînga fînalê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) ya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bûn û dirûşma "Em li dijî qirkirina jinan serî hildin, ji bo azadiyê dimeşin" berz kirin. Di mîtînga ku jin bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdar bûn de dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin. Di mîtîngê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo jinan hate xwendin, li qadê posterên Rêberê Gelê Kurd hatin vekirin.