Di dosya Gulîstan Doku de pêşketinên nû hene’
- 18:41 5 Çile 2025
- Rojane
DÊRSIM- Di 5’emîn salvegera windabûna Gulîstan Doku de daxuyanî hat dayîn û xwişka Gulîstan Doku, Aygul Doku da zanîn ku di dosyayên pêşketinên nû hene û xwegîhandine hinek peyaman.
Platforma Jinan a Dêrsimê der barê Gulîstan Doku ya 5’ê Çileyê 2020’an de winda bibû û agahî jê nehtaibû girtin daxuyaniyek dan û meşek pêk anîn. Meş ji kolana Hunerê heta Qada Seyîd Riza berdewam kir. Ligel malbata Gulîstan Doku, Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsîmê Ayten Kordu û gelek kes tevli bûn.
Pankarta ‘Em dest jê bernadin Gulîstan Doku li ku ye?’ hat vekirin û dovîzên ‘jin jiyan azadî’ hatin hildan.
Xwendekara zanîngeha Muznurê Eylul Yantemur li ser navê platformê daxuyanî xwend û got Gulîstan 5 sal berê winda bûye û got li bajarekî ku her aliyê wê tê şopandin windabûna xwendekarekî nayê fêmkirin. Eylul Yantemur da zanîn ku di 5 salan de di dosyayê de gelek dozger û dadger guherîne û tu pêşketinek şênber çênebûye. Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku wê dest jê bernedin û pirsa ‘Gulîstan Doku li ku ye?’ bipirsin.
‘Wê têkoşîna me bidome’
Parlamenter Ayten Kordu jî axivî û da zanîn ku heta aqûbeta Gulîstan Doku neyê lêpirsînkirin û kujer neyên dîtin wê têkoşîna wan bidome.
‘Keça min qetilkirin kujer li derve digerin’
Dayika Gulîstan Doku, Bediye Doku jî axivî û got: “Min keça xwe emanetê xweda û piştre jî dewletê kir. Çima keça min nabînin. Keça min nava rojê li ber kamerayan winda bû. Dewlet çima alîkariyê nade. Bila gora keça min jî hebe. Ez dayik im.”
Bav Halît Doku jî axivî û diyar kir ku wî keça xwe şandiye dibistanê û keça wî hatiye qetilkirin û kujer jî li derve digerin.
‘Dosyayê de pêşketinên nû hene’
Xwişka Gulîstan Doku, Aygul Doku jî axivî û diyar kir ku di dosyayê de pêşketinên nû hene û wiha got: “Der barê pêşketinan de nikarim tiştekî bêjim, ji ber sibê diçim cem dozgerê. Dozgerên berê bi israr gotin em nakin dosyayê. Niha ew peyam ketin dosyayê. Em ê naveroka wan peyman bêjin. Dozgera nû jine, zaroka wê heye, got bi kurahî wê bigire dest. Dozgera min ez dixwazim bi wer bawer bim. We got em ê bi berfirehî bigirin dest.”