Pirtûka ku hatiye qedexekirin: Peyama felsefî ya Humîtra

  • 09:04 3 Çile 2025
  • Çand û Huner
Dîlan Babat
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Xecê Şen qedexekirina pirtûka xwe nirxand û got, "Pirtûk ne tenê ji bo ku bê nivîsandin, ji bo şiyarkirina hişmendiyeke dîrokî heye." Xecê Şen anî ziman ku pirtûka wê ne tenê felsefe, di heman demê de peyama gerdûnî ya azadiya jinê jî hildigire.
 
Pirtûka Hûmîtra ku li ser felsefeya kevnar a Kurd û têkoşîna jinê ya ji bo ronahiyê radiweste, bi sembol û zanyariyên felsefî berxwedana li dijî tarîtiyê di dîrokê de heta roja îro tîne. Ev berhema Xecê Şen ne tenê pirtûkek e; Ev pirtûk manîfestoya têkoşîna çandî, dîrokî û civakî ya gelê Kurd û bi taybetî jinan e. Bi paşxaneya dîrokî ya 15 hezar sal berê, behsa çawaniya derketina sembol û felsefeya Mîtra, çawa hatiye xwestin ku ev felsefe were qedexekirin û di serdema nû de çawa hatiye vejandin, dike. Her wiha hewldanên polîtîkayên dewletê yên ji bo tepisandina vê mîrasa çandî û felsefî bi rexneyî dinirxîne.
 
Humîtra ne tenê berê tîne bîra me; Her wiha di têkoşîna civakî de pêşengtî û berxwedana jinê nîşan dide. Pirtûka ku ji Kela Zerzewanê heta Girê Mirazan xebatên jinên Kurd ên ji bo parastina mîrateyên xwe yên dîrokî û felsefeya xwe vedibêje, armanc kir ku nêrîneke nû bide xwendevanan.
 
Xecê Şen derbarê qedexekirina pirtûka xwe ya Hûmîtra de nirxandinan kir.
 
Felsefeya Humîtra û bandora wê ya li ser Rojhilata Navîn
 
Xecê Şen, anî ziman ku Hûmîtra nêzî 5 hezar sal berê pêşengiya keşfkirina felsefeya kurdî ji aliyê jinan ve kiriye. Xecê Şen got, "Hûmîtra ronahî û rojê temsîl dike; di heman demê de sembola têkoşîna li dijî tariyê ye. Mîtra di sedsala 21'ê de ji nû ve derketine holê. Ev tevger li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn deng veda. Bandora li ser civakê, serdemên ku tê de hebûne, dema qedexe bûye û hewldanên tinekirinê bi berfirehî tên nîqaşkirin. Her wiha welatên ku hewl dane vê felsefeyê bi cih bînin û lêkolînên berbiçav ên di vî warî de li seranserê Kurdistanê hatine kirin di pirtûkê de jî cih digirin."
 
'Polîtîkayên dewletê têk çûne'
 
Xecê Şen diyar kir ku di nava van xebatan de ya herî girîng Jinwar e û got, Jinwar weke bersiveke xurt li dij hişmendî û pênûsa serdest a mêr derketiye holê. Li gel vê yekê jî di van 3-4 salên dawî de bi hezaran jin serdana Keleha Zerzewanê û perestgeha Zerzewanê kirin û bi dosyayên sexte yên arkeolojîk ên ji aliyê dewletê ve hatin derxistin, nirxên Kurdan xwest bê tunekirin. Weke milkê Tirkan dihat nîşandan û ev demeke dirêj dihat qebûlkirin. Lê Mîtra ev polîtîka têk bir. Yên ku pirtûk dixwendin êdî bi perspektîfeke din nêzî herêmê bûn. Bi taybetî sembolên Mîtra, polîtîkayên dewletê pûç kirin."
 
'Pirtûkê xwe da naskirin'
 
Xecê Şen bi bîr xist ku li ser Girê Mirazan gelek fîlm û belgefîlm hatine çêkirin, lê li ser Kela Zerzewanê lêkolîn pir kêm in û wiha got: “Li ser navê Zerzevan tenê belgefîlmek hatiye çêkirin, lê wateya navê rast bi tevahî nehatiye vegotin. Tê gotin ku wateya wê zêr e, lê Mîtra di vî warî de xwedî wateyeke dîrokî û sembolîk e. Vê pirtûkê ne tenê di warê çand û felsefeyê de, di muzîkê de jî perspektîf pêşkêş kir. Mîtra diyar kir ku divê di nivîsandinê de li ser kîjan xalan bisekinin."
 
Sedemên qedexekirinê
 
Xecê Şen bal kişand ser sedemên qedexekirina pirtûka xwe û wiha got:"Kurdî wek zimanekî nenas û ji aliyê dewletê ve hatiye qedexekirin tê dîtin, lê ev pirtûk jî bersiva vê qedexeyê bû. Felsefa jiyana di xwezayê de, jiyana wekhevîxwaz û civakê radixe ber çavan. Yek ji sedema qedexekirina pirtûka min jî ew e ku planên hikûmetê li vê erdnîgariyê têk çûn. Sedema sêyemîn jî ew e ku pirtûk bi kurdî hatiye nivîsandin. Kurdî wek zimanekî nenas û ji aliyê dewletê ve hatiye qedexekirin tê dîtin, lê ev pirtûk jî bersiva vê qedexeyê bû. Yek ji sedemên herî girîng jî îdiaya propagandaya PKK'ê ye. Lê di pirtûkê de felsefeya jiyana di xwezayê de, jiyanek wekhevîxwaz û civak radixe ber çavan. Bi hinceta ku bi felsefeya Abdullah Ocalan re paralel e hedef hat girtin. Ger dewlet pirtûkek an tiştekî qedexe bike, qîmeta wî tiştî pir zêde ye. Ji bo amadekirina vê pirtûkê me gelek ked dan. Yên pirtûk xwendine dibêjin ji ber qedexeyê çapa duyemîn derneketiye. Em nikarin vê pirtûkê ji nû ve çap bikin."
 
Xecê Şen bal kişand ser gotinên Abdullah Ocalan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Min wêneyek xwest ku her kes lê binêre; ez bûm deng, ji ??bo her kes bibihîse, ji bo axa xwe. Mîtra ev deng dîsa derxist pêş."