‘Delîl zû bihata wê rewş cuda bûna’

  • 09:09 1 Çile 2025
  • Hiqûq
Şehrîban Aslan
 
AMED - Parêzer Gevriye Atli cezayê li gumanbarên qetilkirina Narînê hatiye birîn û asta lêpirsînê nirxand û got: “Hêzên ewlehiyê dereng xwe gîhandin delîlan. Yekane sedema xwenegîhandina delîlan derengmayîn bû. Delîl zû bihata bidestxistin wê rewş cuda bûna.”
 
Runiştina doza Narîn Guran ya 8 salî ku li gundê Çulî ya navçeya Rezan a Amedê 21’ê Tebaxê de winda bû û di 8’ê îlonê de cenazeya wê hat dîtin, di navbera 26-28’ê Kanûna 2024’an  de hat dîtin. Dadgehê cezayê muebetê li gumanbar Enes Guran, Yuksel Guran û Salîm Guran birî. Her wiha li gumanbar Nevzat Bahtiyar jî ji sûcê ‘tunekirina delîlan’ 4 sal û 6 meh ceza birî.
 
Parêzer Gevriye Atli der barê dozê de û cezayê li gumanbaran hatiye birîn de nirxandin kir.
 
‘Ne bi baldarî lêpirsîn meşand’
 
Parêzer Gevriye Atli got Baroya Amedê ji destpêkê de di dosyayê de cih girtiye û got: “Ji roja ewil de em li ser mijarê sekinîn. Li gund her kes bi guman bû. Mixabin gumanbar jî ji malbatê derketin û yên herî nêz bûn. Me wek baro komîsyonek ji 15 parêzerî pêk dihat ava kir û şopand.Li Tirkiyeyê yekem car tevlibûna baroyekê hat qebûlkirin. Me bi baldarî pêvajoy meşand.”
 
‘Kêmasî û îhmal hebûn’
 
Gevriye Atli wiha vegot: “Hêzên ewlehiyê dereng  xwe gîhandin delîlan. Yekane sedema xwenegîhandina delîlan derengmayîn bû. Delîl zû bihata bidestxistin wê rewş cuda bûna Ger delîl zû bihata bidestxistin wê pêvajoya darizandinê hîn zelatir bûna û cuda bûna. Malbat, ap ku keya bû tevli lêgerînê bûn û şaş rê nîşan dan. Ev jî îhmalkariyek meizn bû.”
 
Me biryar bir îstînafê
 
Gevriye Atli balkişand ser cezayê li gumanbar Nevzat Bahtiyar hatiye birîn û got wan biryar birine îstînafê û piştî nirxandina îstînafê wê pêvajoyê bidomînin. Gevriye Atli bi lêv kir ku ji bo doz bi bêcezahiştinê encam nebe pir têkoşîn dane û got dosya di rojeva Tirkiyeyê de cih girtiye.
 
Gevriye Atli dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku parêzerên gumanbaran,  li ser vîdeoya lêpirsînkirina şivan baro hedef nîşan dan e û got: “Me wek baro dosya şopand. Bi dehan dîmen û îxbar hatin. Me biladarî lêkolîn kir. Yekane armanca me kujerên Narînê bên dîtin û darizandin bû.”
 
 
 

Etîketan:

doz rapor jinnews