2024: Dengê berxwedanê parzemîn derbas kirin (6)
- 09:05 25 Kanûn 2024
- Rojane
Li Başûrê Kurdistanê berxwedan û şoreşa zihniyetê
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî geşedanên salekê ya Başûrê Kurdistanê nirxand û got: "Rastiya ku dagirkerî di nava 34 de li Başurê Kurdistanê bi taybet di qadên civakî de avakiriye bi alîkariya hêzên desthilatdar avakiriye hawceyê bi şoreşe zihnî heye."
Di sala 2024’an de li Başûre Kurdistanê û Iraqê gelek geşedanên girîng ên di hêla siyasî, aborî, civakî û çand û hunerî de pêk hatin. Jinên başûrî û iraqî li hemberî geşedanan helwesta xwe nîşanda û gelek caran jî pêşengtî ji civakê rê kir. Ji bo jinan salekê têr û tijê derbas bû.
Endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî geşedanên siyasî, aborî, civakî, çand û hunerî yên salekî ji ajansa me JINNEWS'ê re nivîsî.
Nivîsa Necîbe Qeredaxî wiha ye:
"Qeyrana sîstem û nakokiyên hêzên serdest ên cîhanê li Rojhilata Navîn, rewşa şer û koçberiyê, qeyranên siyasî, aborî û civakî, bandoreke berfireh û mezin li hemû herêmê bi taybet li Başûrê Kurdistanê û Iraqê kiriye. Bandora van qeyranan li ser civakê bi giştî û li ser jinan kûrtir e, lê jin jî bi berxwedana xwe li hemberî vê zihniyeta desthilatdar û mêrsalariyê rawestiyane û bi liv û tevgera xwe de hewl diden ku civakê hişyar bikin. Jin di eniya berxwedanê de li dijî dagirkerî û zihniyeta desthilatdarî û mêrsalariyê ne.
Ew çalakî û tevgerên ku di sala 2024'an de çiqas di rewşeke zehmet û dijwar de bin jî, bi xwe êrîşên dagirkeran nîşan didin ku îradeya azadiya jinê çiqas hêzên dagirker û mêrsalarî tirsandine. Ji bo vê yekê jî jinan tekez li ser pêwîstiya xwerêxistinê dikin.
Qetilkirina Firyal Silêmanî
Sala 2024'an bi qetilkirina jinên kurd ji aliyê dagirkeran ve dest pê kir. Di 18'ê Çîleyê de, siyasetmedar û çalakvanê mafên jinan Firyal Silêman Xalid li ber dibistaneke bajarê Kerkûkê hat qetilkirin. Jin li hemberî vê qetilkirinê bêdeng neman, beşek ji rêxistin û jinên partî û aliyên siyasî derbarê qetilkirina Firyal Silêman de daxwaz ji jinan kirin ku bi yekrêzî li dijî van kiryaran rawestin û aliyên têkildar bi lez û bez faîlên vê qetilkirinê bigirin û ceza bikin. Piştî vê kiryara terorîstî, kujer reviyan bêyî ku lêpirsîneke cidî ji bo vê dosyeyê bê kirin. Heta niha kujer nehatine girtin û tu hewlek jî ji aliyê dezgehên fermî ve tune ye ji bo ku ev teror were ronîkirin. Ev bêdengiya dezgehên fermî yên Kerkûk û Iraqê nîşan dide ku dewlet û desthilat çawa bi çavgirtinên we, ji bo van qirkirina jinan bûne zemîn.
Elbet van êrişan bi rêbazên cûda hatin kirin. Êrişên dagirkerên Kurdistanê tenê bi çiyayên Kurdistanê ve sînordar bûn, lê belê ji bo bêdengkirina jinan û bi taybetî rojnamevanan jin di asta komkujiyê de dewletên dagirker ên Kurdistanê rojnamevan kirine armanc.
Hêro û Gulistan
Dewleta dagirker a Tirkiyeyê, di meha tebaxê ya 2024'an de li Seyidsadiqê ya bajarê Silêmaniyê herdu rojnamevanên şirketa hibirina medyayê ya Çetir Hêro Behadîn û Gulistan Tara bi dronê şehîd kirin. Ev teror nerazîbûneke tund a navxweyî û navneteweyî bi xwe re anî. Ev teror nîşan didin ku ragihandina azad û îradeya azadiya jinê çawa bûye kabûsek ji bo dagirkeran û hevkarên wan, her ji ber vê yekê jî rojnamevanên jin bi awayên cuda têne armanckirin.
Rojnamevanên jin bi taybetî dema nûçeyên çalakiyên civakê li ser dagirkerî, mûçeya mamostayan, li ser boykota dibistan, xwepêşandanên li dijî desthilatdariyê dişopînin dibin hedefa hêzên ‘ewlekari’yê herêmê. Êriş tenê fizîkî nîne lê pir caran hêzên qaşo ewlekarî, ji rojnamevanên jin re dibêjin 'Jin çawa dibe rojnameger, biçe li malê zarokan xwedî dike', van êrişan bi rengên cûda di nava saziyên ku tê de kar diken, rû bi rû dimînin. Yek ji wan qadên kû jin dibin amorên êrişên zayendî û têda zêyendperestiya civakî bi rengêkî kûr tê dîtin, medyaya dijital e.
Êrişên li hember rojnamegeran
Ev zihnîyet bi rengên cûda xwe dide der, li hember rojnamevanên jin. Rewşa rojnamevaniya jin li Başûrê Kurdistanê di rewşekê de ye xwezî pê naye xwestin, ji ber ku di dezgehan de hem îradeya jinan nayê naskirin û hem jî dezgehên ragihandinê yên beşek ji desthilata Başûr jinan wek metayeke reklam û zêdekirina rating (hejmara temaşavan) dixen rojevê. Ji bo vê yekê jî vekirina platformên nû ji bo gotûbêjê li ser xurtkirina îradeya jinên rojnamevan û pêşxistina wekhevî û beşdarkirina jinan di warên rêvebirinê de girîng e. Bi vê rêyê divê sedemên kêmbûna rêjeya jinan di rêvebirina dezgehên ragihandinê de bên pirsyarkirin û çareserkirina vê rewşê pêwîst e, lê bi xwe dezgehên ragihandinê ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê nayên bikaranîn, lê belê ragihandin bi xwe bûye beşek ji wê şerê taybet ê ku li dijî civakê tê birêvebirin.
Goristana Seywan a jinên bênav
Alîyeke din, yek ji wan cihên ku her gav û roj û sal dibe mijara rojê Goristana Seywan e ku goristaneke jinên bênav û nîşan tê de ye. Ew jinên ku hatine kuştin, an malbatên wan xwedî li wan derneketine û hatine kuştin, an jî jinên ku nayên naskirin piştî ku hatine kuştin li wir hatine veşartin. Ev goristan lekeyeke reş e li ser dîroka vê herêmê ye.
Li gorî amarên ajansa Rojnews, li Başûrê Kurdistanê û li bajarên cuda di nav îsal (2024) de 39 jin hatine kuştin an neçarî dawî li jiyana xwe anîne. Mirina 7 jinan jî bi guman e, her wiha du bûyerên şewitandinê ku rewşa wan a tenduristî ne baş bûye û du bûyerên rizgarbûyî û 232 bûyerên gefxwarinê hebûne, ji bilî vê yekê bûyerek destdirêjiya zayendî hatiye tomarkirin, ew jin temenê wan di navbera 16 û 78 salî de bûn ku hinek ji wan bi çek û tîzab hatine kuştin an fetisandine. Ev jin ji aliyê malbatên xwe ve hatine kuştin.
Li gorî amarên Rêxistina Lêbûrîna Navneteweyî tenê di çar mehên yekem ên îsal de, zêdetirî 13 hezar û 800 gilî yên têkildarî tundûtijiya malbatî li herêma Kurdistanê û Iraqê hatine tomarkirin, ku ji sedî 73 tundûtijî li hemberî jinan hatiye kirin, her ji ber vê yekê di çaremîn nirxandina Enstîtuya George Town ji bo (Jin, Aştî û Ewlehî) ya sala 2023-2024'an de, Iraq di pileya heştemîn de tê danîn û di rêzbendiya 168'emîn welatî de ye, bi awayekî ji her pênc jinan, jinek ji aliyê hevjînê xwe ve rastî tundûtijiya malbatî tê, ji her 10 jinan, 6 ji wan rastî qeyranên jiyanê û hejariyê tên û ji navîna 100 hezar ji dayikbûnê de, 540 dayik ji ber kêmxemiya rêkarên tenduristiyê, jiyana xwe ji dest didin.
Tundiya di nav malbatê de...
Li gorî amarekê ku ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna li dijî Tundûtijiya li dijî Jin û Malbatan li herêma Kurdistanê, di navbera 23'ê çileya paşîn heta 22'yê sibatê ya îsal de li parêzgeha Hewlêrê 268 bûyer û li parêzgeha Dihokê 287 bûyer û li parêzgeha Silêmaniyê 236 bûyerên hemû cureyên tundûtijiyê hatine tomarkirin. Li gorî rapora amarî ya beşa bûyerên destdirêjiya zayendî ya beşa bijîşkiya dadwerî ya Iraqê, di şeş mehên yekem ên îsal de, 421 bûyerên destdirêjiya zayendî û tundûtijî li bajarên Iraqê hatine tomarkirin, ku 327 bûyer li hemberî jinan bûne, yanî piranî li hember jinan bûne. Li gorî amarên Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Federal a Iraqê, ji nêzî 14 hezar gilî, ku di çar mehên yekem ên îsal de li seranserê Iraqê bi herêma Kurdistanê ve hatine tomarkirin û piraniya wan jinan tomar kirine, tenê tometbarên nêzî 100 dozan hatine cezakirin, li hemberî vê nêzî sê hezar kes ku tometbar bûn bi dayina tezmînat hatine azadkirin, nêzî çar hezar û 500 doz jî bi aştiya eşîrî hatine çareserkirin. Digel vê yekê, di şeş mehên yekem ên îsal de nêzî 91 bûyerên xwekuştinê hatine tomarkirin ku piraniya wan jin in.
Dozên ji hev veqitinê zêde bûn
Jihevveqetîn an jî cûdabûyîn jî yek ji wan rewşên ku zêdetir derketine pêş e. Jihevveqetîn digel ku encamên neyînî hene lê bi xwe zêdebûna wê jî nîşaneya kûrbûna qeyrana malbatê ye û pêwîstî bi lezgînî ji bo çareseriyeke bingehîn nişand dide. Li gorî amarên Navenda Stratejîk ji bo Mafên Mirovan li Iraqê; 'Tenê di meha çileya paşîn a îsal de 7 hezar û 453 bûyerên jihevveqetînê hatine tomarkirin, ev amar ji mehên nîsanê heta hezîranê bû 15 hezar û 982 bûyerên jihevveqetînê li Iraqê hatine tomarkirin'. Li gorî heman navendê, li herêma Kurdistanê amar bi vî awayî ne; 'Di navbera meha hezîran û tîrmehê de 14 hezar û 312 bûyer bûne, bûyerên hilweşandina saziya malbetê li bajarê Hewlêrê pênc hezar û 857 bûyer û li bajarê Silêmaniyê pênc hezar û 438 bûyer, li Germiyan 853 bûyer û li Dihokê jî 2 hezar û 164 bûyer hatine tomarkirin'. Li gorî amareke taybet, ji sala 2014'an heta 2023'yan jihevveqetîn li herêma Kurdistanê, zêdetirî ji sedî 10 zêde bûye. Tenê di vê demê de li dadgehên herêma Kurdistanê, 96 hezar û 44 malbat ji hev veqetiyane.
Xwedî li girtiyên siyasî derketin
Her sal li Başûrê Kurdistanê 16 roj çalakî têne kirin bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Hemberî Jinan. Piraniya rêxistinên jinan û rêveberiyên têkoşîna li dijî tundûtijiyê di van 16 rojan de semîner, konferans, panel, pêşangeha hunerî û şano pêk tînin lê hemû ev kar ji bo 16 rojan sînordar kirine. Çend sal in diyardeyeke erênî li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye ku dikare zêdetir bê pêşxistin û bibe beşek ji hemû bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê. Ew ji dayina dersane di dibistanan de li ser şideta ser jinê û rêyên çareserî ji bo xwedevanan. Ev dikarê zêdetir jî werê pêşxistin ji ber ku dikarê bibe planeke sistematik û encamên erênî bi xwe re bîne.
Dema ku jin hewlên xwe ji bo dadgehîkirina û cezakirina pêkanînên tundûtijî û qirkirina jinan pêş dixin, dosyeya Şinyar Huner baştirîn mînak e. Di 18'ê sibatê de, li Silêmaniyê di bin zexta jinên çalakvan ên Başûrê Kurdistan û malbata Şinyar Huner de, ji aliyê dadgeha Silêmaniyê ve cezayê mûebed yê hevjînê Şinyar Huner hat guhertin bo cezayê îdamê, ku di sala 2022'yan de, Şinyar Huner di nav mala xwe de hat şewitandin û çend rojan piştî bûyerê jiyana xwe ji dest da.
Helwesta jinên Başûrê Kurdistanê li beşên din ên Kurdistanê û li hemberî tundûtijiya dewletê li dijî jinên şoreşger û çalakvan cihê balê bûn. Jinên Başûr xwedîtî li herdu jinên girtiyên siyasî yên kurd li girtîgeha Evîn li Tehranê Pexşan Ezîzî û Werîşe Miradî kirin û daxwaz kirin ku her çi zûtir ev cezayê îdamê were rakirin.
Qanûna zewicandina zarokên 9 salî
Ji 24'ê tebaxê ve, li parlamentoya Iraqê du xwendin ji bo sererastkirina qanûna medenî ya hejmara 188'ê ya sala 1959'ê ya Iraqî hat kirin. Ev sererastkirina yasayê rê ji bo zewaca keçên temen neh salî vedike. Jinên kurd û pêkhateyên din ên Iraqê li hemberî vê hewildanê bertekeke tund nîşan dan û daxwaz kirin ku yasayek li dijî tundûtijiya malbatî û dabînkirina parastina yasayî ji bo jin, zarok û malbatan derkeve. Lê bi xwe tu pêşniyarek neamade kirine ku wan yasayek çewa dixwazin. Hevpeymana 188'ê ya Iraq û herêmê hat damezrandin û nerazîbûnên xwe gihandin navendên navneteweyî wek parlamentoya Ewropayê. Parlamentoya Ewropayê jî li ser vê mijarê Iraq hişyar kir. Ji wê demê ve sererastkirina yasayê hatiye rawestandin. Sererastkirina yasaya hejmara 188 eger pêk were rê li ser binpêkirineke mezin a mafê zarokan û jinan vedike û nêzîkî rewşa jiyana civakî ya Iraqê diguherîne bo civakek ku zarokên keç ji bo destdirêjiyê vedike.
25'ê Mijdarê heta 8'ê Adarê
Rawestana li hemberî van tundûtijiyan bi hemû cureyên xwe ve li Başûrê Kurdistanê nebûye beşek ji hişyariya raya giştî. Ji bo vê yekê tenê bi minasebetan ve sînordar maye. Bi taybetî 8'ê Adarê û 25'ê Mijdarê.
Digel ku jinên Başûrê Kurdistanê heta niha wek boneyeke bîranîna 8'ê Adarê dikin lê tenê bi çend rojan çalakiyan ve sînordar dikin û piraniya rêxistinên jinan cuda ji hev bîranîna vê boneyê dikin û ji çalakiyên rutîn û kêmbandor derbas nabe. Digel ku bi rêya civîn, semîner, konferans, festîvalên çandî, çandina şitilan, pêşangeha karê destî û hunerî. Lê nêzîkî hemû dîtinên wan ji wê derbas nabe ku jin tenê daxwaz dikin lê ew çi projeyekê wan ji bo jiyaneke azad heye di çarçoveya têgihiştina reformîstî de derbas nabe. Heta niha ev dîtin li ser dîtina guherîna bingehîn ji bo rewşa siyasî û civakî ya jinê de serdest e.
Derketina îradeya hevgirtî: Newroz
Piraniya minasebet û bîranînên wek Newroz û minasebetên din ku rengê jinan bi warên çand û hunerî yên van boneyan ve xuya ye lê rengê jinan zêdetir rûkesî ye. Boneya Newrozê jî wek her boneyake din li ser du xetan dabeş bûye, ku yek ji wan di bin bandora felsefa “Jin, Jiyan, Azadî “ de di van salên dawî de, îsal jî bi bergekî neteweyî, siyasî û nîşandana îrade û îfadekirina daxwazîyên neteweyî û demokratîk tê nîşandan lê têgihiştineke din jî serdest ew e ku wê rojê bi nîşandana cil û berg û demborîna geştûguzerê dibînin li vê beşa Kurdistanê de ku ji aliyê çandî, perwerde, medya û ax û asîman ve ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve, hatiye dorpêçkirin. Lê mirov dikarê bêje ku xeta yekemîn niha ji alî civakê ve zêdetir tê qebûlkirin ji ber ku civakê jî êdî fam dikin ku pirsgirêkî wan girêdayî hev siyasî ye û Newroz dema herî başe ku îradeya hevgirtî nişan bidin.
Rewşa perwerdê
Li Başûrê Kurdistanê di sala 2024'an de tu gavek nehat avêtin ji bo başkirina qada perwerdeyê. Digel vekirina hejmareke zêde ya sektora taybet ya qade perwerdeyê, xwendingehên rojavayî ku cihê asîmilekirin û belavkirina çanda rojavayî û jêbirina çand û ziman û kevneşopiya neteweyî ya civakê ye, ev rewş di nav qata mamoste û xwendekaran de dabeşbûneke çînayetî ava kiriye. Xwendingehên giştî sala dawî bi boykota mamostayan û rewşa bê mûçeyên mamostyan û gefa hikûmetê li wan derbas bû. Xwendingehên giştî, cihên ku diviyabû nifşeke nû ya demokratîk û azad perwerde bikirana lê hikûmeta herêmê bi birçîkirina mamosteyan ku piraniya wan jin in, dixwaze civakê bi bindestî perwerde bike û mûçeyê xelkê kiriye karteke zext hem li ser civakê û hem li ser hikûmeta navendî. Mamoste zêdetirî salekê ye xwendingehên xwe boykot kirine, bi nerazîbûn û xwepêşandanan daxwaza mafê xwe dikin.
Qetilkirina mamoste Cîhan
26'ê Cotmeha 2024'an salek derbas bû bi ser qetilkirina mamoste Cîhan Teha li Hewlêrê, piştî ku li kanaleke televîzyonê ya Partiya Demokrata Kurdistanê rexneya tund li vê rewşê girt, çend rojan paşê wesayîta wê hat şewitandin û nûçe jî wisa hat ragihandin ku bûyereke trafik bûye. Malbata wê lêpirsîn ji bo dosyeya wê kirin û dibêjin; "Heta gihandina sûcdar li dadgeha navnetewî, ranawestin". Kuştina Mamoste Cîhan ne cuda ye ji qirkirina ku jin li civaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê pê re rû bi rû ne.
Mijarek ku tu car bi awayekî guncaw û bingehîn nebûye rojeva dezgehên Başûrê Kurdistanê, hikûmet, parlamento û dadgeh, dezgehên perwerdehî û ragihandinê, malbat û dezgehên olî mijara tundûtijiya li dijî jinan e. Encamên çanda dagirkeran û bandora rêbaza neolîberalîzmê ji aliyê aborî, siyasî û civakî ve zêdetir rewşa jiyanê jehrîtir kiriye ji bo jin û zarokan. Mêr jî zêdetir ber bi tundûtijiyê ve diçe bi sedema; Starkirina kujeran ji aliyê desthilatê ve, serwer nebûna yasayê, destêwerdana nav karê dadgehê, negihîştina encama dosyeyên jinan, lawaziya yekîtiya jinan û nebûna dengê nerazî ji aliyê wan mêrên ku xwe bi azadîxwaz dizanin û hwd...
Temsîliyeta jinan a di parlamentoyê de
Piştî çend caran paşxistin, hilbijartinên giştî yên parlamentoyê li Başûrê Kurdistanê di 20'ê Cotmeh ê pêk hat. Ji hezar û 191 berendam, 368 jin bûn û ji sedî 30 ji hemû berendaman pêk dianîn. Li gorî yasaya kotaya jinan, di her xuleke parlamentoya herêmê de divê ji sedî 30 kursiyên parlamentoyê ji bo jinan be. Vê carê, kêmtir ji wê kotaya diyarkirî, jin ketin parlamentoyê û bi kota jî negehştim vê hejmarê. Weke dihat hêvîkirin, hilbijartin nikarê îradeyeke yekgirtî ya jinan bîne meydanê. Beşdariya jinan li ser bingeha îradeyeke yekgirtî pêk bîne. Karakterê mêrsalarî û bêbernametî li seranserê pêvajoyê xuya bû. Ev hilbijartin ji her demê zêdetir nîşan da ku hêvîkirina guhertin û reform bi rêya hilbijartinan, ji xwe xapandina wêdetir ne tiştêkî dine ne tenê ji bo jinan, lê belê ji bo civakê bi giştî ye.
Bi van encaman: Hebûna jinan di nav partiyên siyasî yên xwedî pêkhateyeke mêrsalarî de, nemaze, nebûna stratejî û bernameya çareserker ji bo pirsgirêkên siyasî û civakî, nikare guherînê çêbike di qeyrana siyasî û civakî ya niha de. Zihniyeta neteweperertî, olperestî û zayendperestî di asteke kûr de di nava partiyan de serdest e. Jinan nikarîbûn roleke erênî bibin di avakirina bereyek yekgirtî ya demokratîk de ku daxwaza civakeke demokratîk bixe nav stratejî û karên xwe, zêdetir bi siya mêr de tevlî siyasetê dibin û di helbijartinê de jî bûn amûreke ji bo propagandaya ji bo figûrên mêr.
Rêxistinbûn û astengiyên li ber xebatan
Civaka êzidî wek pêkhateyeke sereke ya Başûrê Kurdistanê û Iraqê, di sala 2024'an de, bi taybetî ji bo jinên êzidî, him saleke zehmet û him jî saleke tijî berxwedan û berhem bû ji bo pêşxistina xwerêxistinkirinê. Tevgera Jinên êzidî, bi lidarxistina konferans û avakirina dezgehên xwe, bi pêşxistina têkiliyên xwe bi jinên pêkhateyên din ên Iraqê re xwestin ew zext û dorpêça bişkînin ku bi zexta dewleta Tirkiyê, hikûmeta Iraqê û Partiya Demokrat a Kurdistanê li hemberî wan tê meşandin û rojane bi êrişên leşkerî dixwazin gav bi wan paşda bavêjin.
Lidarxistina 3'yemîn Konferansa Jinên Iraqê bi dirûşma "Bi têkoşîna yekgirtî li dijî komkujiyê, bibe dengê xweparastinê", li Bexdayê ji bo axaftina li ser rewşa malbatên êzidî û rêveberiya xweser a Şengalê ku deriyê dîplomasî û hevkariya jinên êzidî û Iraqî vedike. Bi pêşxistina van têkiliyên pêşî li van hewildanên tecrîtkirina civaka êzîd digire.
Lê dewleta Tirk digel hevkarên xwe li Iraq û Başûrê Kurdistanê, di berdewamiya zextên xwe de, bûn sedemê hilweşandina sê partiyan ku bi sîstema hevserokatiyê tên birêvebirin: Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, Partiya Azadiya Demokratîk a Êzidî û Bereya Demokrasiyê.
Li dijî darvekirinê çalakî
Tev van zextan hemûyan lê sala 2024'an saleke tije liv û tevgera jinên beşên cûda ya Kurdistanê bû, ji serdana jinên siyasetmedar û parlamenterên Bakurê Kurdistanê ji bo Başûrê Kurdistanê, di piştgiriya jinan de ji bo hilweşandina cezayê îdamê li Îranê û dawîanîna bi êriş û operasyonên leşkerî û siyasî yên dewleta dagirker a Tirk li ser Bakur û Başûr, Rojavayê Kurdistanê. Sala 2024'an herwiha sala hevparkirina jinên Kurdistanê bû ku ew dixwazin di çi sîstemekê de bijîn û çawa dengê xwe li dijî dagirkeriyê bikin yek, sala piştgiriya hevdu bû û sala xwedîderketina li nirxên şoreşa jinê li Rojavayê bû, bi taybetî piştî ketina rejîma Esed, jinan bi peyamên xwe, bi komkirina alîkariyê, bi pênûs û dengê xwe piştgiriya xwe ji bo parastina nirxên şoreşa jinê nîşan dan.
Xebatên çand û hunerê
Herwiha dezgehên hunerî û çandî dîtineke nû ya hunerî li ser berhemên jinan û hunermendên jin pêş dixin. Bo mînak, Înstîtuya Kelepûrê Kurd, pirtûka "Ez Ayşe Şan im" çap kir. Ji bo cara yekem, rêxistina Merziye yekem klîpa "Egrîce" wek hunera berxwedana jinê hilberhand ku behsa berxwedan û azadiya jinê û felsefa "Jin Jiyan Azadî" dike, heman rêxistinê ji bo bîranîna Fetane Welîdî pêşangeha “Jina herî tenê ya cîhanê” ji bi tenê rêzgirtinê, vekir. Huner dikare di vî warî de him xwedîtiyê li hunera resen bike û rê li ber êrişa îdeolojîk bigire û rizîna civakî rawestîne.
Her wiha di warê şano, sînema, helbest û wêje, werzîş, pîşesaziyê de jinan gavên girîng avêtine û ji xwe Başûr ji aliyê çandî ve rojane li hemû bajar û bajarokan di tevgerê de ye. Lê hemû ev gav, gavên destpêkê ne di xwerêxistinkirina jinên Başûrê Kurdistanê de di hemû waran de, ji bo gehiştina asta tevgereke civakî ya zindî ku guherînan teşwîq bike li hember êrişên sistema neolibral ji jor de û sistema kevneperest û olperest di civakê de ku bi destên desthilatdaran tên avdan.
Xebatên Akademiya Jineolojiyê
Di sala 2024'an de piştî du salan ji şehîdbûna Nagîhan Akarsel û xewnên wê beşek bû ji têkoşîna jinan li wî beşê Kurdistanê ji bo parastina bîranînê. Bi minasebeta du saliya damezrandina Navenda Arşîv û Lêkolîn û Pirtûkxaneya Jina Kurd behsa hevaleke jin û pirtûk û girîngiya pirtûkxaneya jinê û navenda bîranîna jinê hate kirin. Jin li wî cihê ku Nagîhan Akarsel lê hate qetilkirin wek kevneşopiyeke salane bîranîna wê dikin û tekez li ser bicihkirina xewnên wê dubare dikin. Li Başûrê Kurdistanê jinan bi tekezkirina li ser xewnên Nagîhan Akarsel berdewamî dan karên xwe di serkeftina projeyê "Navenda Arşîv, Lêkolîn û Pirtûkxaneya Jina Kurd" de ku bi pêşengiya Nagîhan Akarsel hate damezrandin. Pirtûkxaneyê gelek çalakî ji bo nasandina pirtûk û namîlkeyên berhemên jinan pêk anîn. Tenê di nav salekê de Akademiya Jinolojiyê li Başûrê Kurdistanê gelek xulên perwerdehiya hişyarkirinê ji bo jinên Başûrê Kurdistanê pêk anîn û herwiha namîlkeya li ser malbat û hevjiyana azad, pirtûka goterên Nagîhan Akarsel 'Gerîdeya Heqîqetê' û 'Namîlkeya Helbestên Nîsanê' bi kurdî çap kir û belav kir.
Pirtûkxaneya Jinên Kurd
Pirtûkxaneya Jinên Kurd, jinan teşwîq kir kû bîranînên xwe dinivîsin, pirtûka jina pêşmerge Sinewer Îsmaîl bi navê (Ji Bo Ku Em Bijîn) ku serpêhatiya jiyana têkoşereke jin a Kurdistanê ye û pirtûka 'Beşdariya Siyasî ya Jinan li Başûrê Kurdistanê' ya Kinêr Ebdulla ku lêkolîneke çar salî ye li ser beşdariya siyasî ya jinan li Başûrê Kurdistanê, di navbera salên 1992 heta 2024'an de du mînak in di nava sedan mînakên ku di sala 2024'an de hatin çap kirin û belav kirin. Di dema niha de ragihandina jinê di berhemên wek kovar, rojname, televîzyona jinê de li Başûrê Kurdistanê di weşanê de ye, Naveroka hejmarên sala 2024'an ên Kovara Tirûske, Kovara Tewar û berhemên Jineolojiyê di wan warên rewşenbîrî, siyasî, civakî, ramanî û edebî de heta astekê kariye di medya û berhemên jinan de ji aliyê ramanî û pratîkî ve çawaniyekê di astea baş de, ava bike.
Zanabûn û pêhisîn lawaz in
Jin di têgihiştina wê de ne ku hegemonya sîstema sermayedarî û mêrsalarî di şereke berdewam de ye li hemberî civakê û rol û statûsa jinê di nav Gelê Kurd de. Lê mixabin îrade û hêza xwe ya bi hev re rêxistinkirina têkoşîneke dîrokî ya li vê parçeyê Kurdistanê nîşan nedan e. Rastiya ku dagirkerî di nava 34 de li Başurê Kurdistanê bi taybet di qadên civakî de avakiriye bi alîkariya hêzên desthilatdar avakiriye hewceyê bi şoreşe zihnî heye. Şoreşa 'jin, jiyan azadî', di beşên din a Kurdistanê heta asteke bandor kiriye lê ji bo guhertinên bigehîn û avakirina tevgerke bihêz a civakî hîna jî ev zanabûn û pêhesîn lawaz in."