Dîana Montseny: Kobanê mînaka destkeftiyan e
- 09:02 25 Kanûn 2024
- Rojane
Derya Ren
RIHA - Şoreşgera enternasyonalîst Dîana Montseny der barê êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û got: “Kobanê mînaka destkeftiyên gelê Kurd e. Tirkiye dixwaze hêviya me bişkîne. Yên li wir li berxwe didin hene. Em ê jî ji vir piştgiriyê bidin berxwedana wan.”
Bi ketina hikûmeta Şamê re, Tirkiyeyê ji hawira kaosê ya hatiye afirandin fêde girt û li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş dan destpêkirin. Di çarçoveya êrîşên hatine destpêkirin de, Tirkiyeyê sewqiyata leşkerî ya ji bo sînorê Kobanê da destpêkirin û bêdengiya rayagiştî jî didome.
Katalan jî ku li Spanyayê wek Kurdan ku li Bakur û Rojhiatê Sûriyeyê pergalek xweser ava kirin, têdikoşînek serbixwe dimeşînin, ji bo modela Rêveberiya Xweser ava bikin têdikoşin. Yek ji kesên li Katalonyayê têkoşîna ziman û nasnameyê dide jina bi navê Dîana Montseny e. Dîana Montseny heta 2014’an di tevgera femînîst de cih girt. Di 2014’an de Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinan hat destpêkirin nas kir. Dîana ku di pêvajoya Şoreşa Rojava de cih girt, ligel têkoşîna jinan di têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelan de jî cih girt.
Dîana Montseny ku ji bo Şoreşa Rojava xebatên dîplomasiyê dimeşîne, tehîdên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û divê enternasyonalîst çi bikin de ji JINNEWS’ê re axivî.
‘Ya hedef tê girtin modela jiyana nû ye’
Dîana Montseny got ew her kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwe dide silav dike û wiha anî ziman: “Êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Rojava ne mijara ewlehiyê ye, ya dagirkirinê ye. Tirkiye bi van êrîşan hewl dide nexşerêya xwe mezin bike. Çawa Girê Spî, Serêkaniyê û Efrîn dagir kir niha dixwaze dîsa wisa bike. Modela jiyana nû ya bi pêşengiya Kurdan li Rojava hatiye avakirin hedef digirin.”
‘Dixwazin şer bibin astek cuda’
Dîana Montseny destnîşan kir ku di salên borî de bûne şahidê berxwedana li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev tişt bi lêv kir: “Em wek enternasyonalîst ligel vê berxwedanê ne. Ev êrîş bi yên Tirkiyeyê sînor nînin. Tirkiye welatê NATO ye û di esasê berjewendiyên NATO’yê de tevdigere. Piştî ketina hikûmeta Sûriyeyê Israîl çawa ket axa Sûriyeyê me dît. Tiştên tên jiyîn berdewamiya sêyemîn şerê cîhanê ye. Tirkiye bi êrîşan li hember Sûriyeyê dixwaze şer bigihîne astek cuda.”
‘Em îlhamê ji berxwedanê digirin’
Dîana Montseny balkişand ser êrîşên ku jinan hedef digirin û wiha bi lêv kir: “Civak li dora jinan teşe dibe. Ji ber vê dewlet ewil êrîşê jinan dikin. Bi vî awayî dixwazin civakê ji holê rabikin. Lê di pergala me ya li Rojava de me dît jin çawa rola pêşeng dilîzin. Em ji têkoşîna jinên Kurd îlhamê digirin. Li Katalonyayê saziyên wek Kongra Star, Zennobiya û pergal hevserokatiyê tuneye. Ya hedef tê girtin jî ev e.”
Rihê Kobanê
Dîana Montseny bi lêv kir ku bi êrîşan re dixwazin gelan ji nûve teşe bikin û îradeyê bişkînin û wiha dirêjî dayê: “Ji bo vê pergalê şehîd hatin dayîn. Şehîdên me yên enternasyonalîst hebûn. Me di pêvajoya Kobanê de dît, şehîd bûn. Dixwazin bi êrîşên ji ber vê yekê peyamekê bidin me enternasyonalîstan. Lê niha em têkoşîna tê meşandin dibînin. Çawa ku di sala 2014’an de bi berxwedana Kobanê re bersiv dîtin, wê bi heman awayî jî bersivê bidin. Kobanê sembola destkeftiyên gelê Kurd e. Tirkiye dixwaze hêviya me bişkîne, yên li wir li berxwe didin hene û em ê ji vir jî piştgiriyê bidin berxwedana wan. Divê li dijî êrîşên Tirkiyeyê dengê hevpar bê bilindkirin. Divê rihê Kobanê ji nû ve derkeve holê."
‘Em li vi in’
Dîana Montseny bêdengiya saziyên navneteweyî yê li dijî êrîşan jî rexne kir û got: “Pergala kapîtalîst ji pergala ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin ditirse. Ji ber ku ew ditirse ku ev pergal li cîhanê belav bibe. Banga min ji hemû enternasyonalîstan re ev e. Werin em derkevin qadan û dengê Rojava bidin bihîstin. Hûn dikarin herin zeviyan û alîkariya Heyva-Sor bikin. Ez ji kesên li wir li berxwe didin bipirsim, em wek enternasyonalîst her tim li vir in. Ji ber ku em dibînin ku niha rewş çawa ye.”