Çeteleya Tundiyê ya meha Çileyê: 19 jin hatin qetilkirin
- 09:02 7 Çile 2025
- Çeteleya Tundîyê
Yeşîm Oruç
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên meha Kanûna 2024'an 19 jin hatine qetilkirin û 19 jin û 2 zarokan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê her roj herî kêm jinek tê qetilkirin. Daneyên qetlîamên jinan ên ku veguherîne qirkirinê, bi tevahî di çapemeniyê de nayên nîşandan. Kiryarên hikûmetê yên li hemberî jinan, polîtîkayên bêcezakirinê yên darazê, dayîna cezayên weke "xelat" ji bo kiryaran, hewldana veşartina mirinên bi guman bi navê "întîxarê" bêyî lêpirsîn, rewşa heyî ya civakê li holê radixe ber çavan. Li aliyê din jin dest ji têkoşîna jiyanê û piştgiriya hev bernadin.
Li gorî daneyên meha Kanûnê yên ku di çapemeniyê de cih girtine, 19 jin hatin qetilkirin, 19 jin û 2 zarokan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Kiryar dîsa yên herî nêzin
Ji jinên hatin qetilkirin 7 jê ji aliyê kesê bi wan re hatibûn zewicandin, 1 jê ji ber ku xwest veqete, 2 jê ji aliyê mêrê ku ew berdabûn, 2 jê ji aliyê mêrê ji wan veqetiyabûn, 1 ji aliyê kurê xwe ve, 3 jin di pêvajoya hevberdanê de, 1 jê ji aliyê kesê nasnameya wî ne diyar ve, 1 ji aliyê nasê xwe ve, 1 jê ji aliyê xizmên xwe ve.
Bajar bi bajar qetilkirina jinan
Li Samsunê 1, li Kocaeliyê 1, li Bursayê 3, li Kirklareliyê 2, li Îzmîrê 2, li Mêrsînê 1, li Edeneyê 1, li Osmaniyeyê 1, li Sêwasê 1, li Manîsayê 1, li Gîresûnê 1, li Uşakê 1 jin hatin qetilkirin. , 1 jin li Stenbolê, 1 li Sakaryayê û yek jî 1 li Kayseriyê hat qetilkirin.
Herwiha li gorî daneyan di meha kanûna 2024'an de 19 jin û 2 zarokan jî di bin navê mirinên bi gûman de jiyana xwe ji dest dane.