Mudurê emniyetê: Em li benda bersiva Enqereyê ne

  • 10:47 8 Çile 2025
  • Rojane
ŞIRNEX - Şandeya ji bo wergirtina cenazeyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn çû Deriyê Sînor ê Xabûrê, ji 6'ê Çileyê ve li ser sînor tê sekinandin. 
 
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di 19’ê Kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. Ji bo wergirtina cenazeyên rojnamegeran, şandeyeke ji endamên malbatê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan, nûnerên DFG, OHD’ê û rêxistinên civaka sivîl pêk dihat xwest derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe û di 6’ê Çileyê de hate Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li Silopiyaya Şirnexê. 
 
Şande zêdetirî rojeke bi hinceta pergal tune ye li ser sînor tê sekinandin. Di demeke bertekên li dijî sekinandina şandeyê didomin de Midûrê Emniyetê yê Navçeyê got: “Pirsgirêkeke bi me eleqeder nîne, em li benda bersiva Enqereyê ne.” 
 
Balkêş e ku li ber deriyê sînor polîsên girêdayî Midûriyeta Emniyetê ya Silopiyayê hatine bicihkirin.