Jiyaneke fedayî azadiyê hatiye kirin: Leyla Şaylemez

  • 09:04 7 Çile 2025
  • Portre
Dîlan Babat
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Leyla Şeylamez ne tenê şoreşgerek e; Sembola azadiyê ye ku bi berdêla têkoşîn û fedakariya jinên Kurd a ji bo azadiyê pêk tê. Guleyên ku li Parîsê hatin teqandin, ji bêdengkirina têkoşîna wê û hevrêyên wî dûr, qîrîna azadiya gelên bindest ji hemû cîhanê re ragihand.
 
Bêdengiyek ku li kolanên bêdeng ên Parîsê deng veda, qîrîna herî kûr a dîrokê di xwe de vedişart. Wê rojê bi berxwedana sê jinan xeyala gel a azadiyê ji nû ve zindî bû, lê di heman demê de bi sê guleyan hewl hat dayîn ku ev jin bên bêdengkirin. Leyla Şeylamez (Ronahî) jina ku ciwaniya wê bi hêvî û ji çavên wê biryardarî xuya dibû; Şoreşgereke ku canê xwe feda kir ji bo ku ne tenê bibe dengê gelê Kurd û bibe dengê  hemû jinên bindest. Çîroka Leyla Şeylamez ne tenê çîroka dawiya jiyanekê ye, di heman demê de çîroka hêvî, bawerî û berxwedana bi milyonan jinên azadîxwaz e. Jina ciwan a ku ji bo şikandina zincîrên civakeke bi tariyê hatiye pêçan; Jiyaneke ku ji bo wekhevî, edalet û azadiyê bi cesareta çiyayî ya ku di dilê xwe de hilgirtiye, li dijî cîhanê serî hilda ye...
 
Ew ne tenê navek e; Beşek ji bedelên giran ên gelê xwe bû û sembola berxwedana jinên Kurd a ji agir bû. Kuştina Leyla Şeylamez bêdengî neafirand; Berovajî wê bawerî û têkoşîna wê bi hezaran jin hişyar kirin. Ji ber ku Leyla Şeylamez bû sembola şoreşa ku digot, "Heta jin azad nebe civak azad nabe."
 
Zaroka pêncemîn a malbatek ji 8 zarokan pêk tê
 
Leyla Şaylemez di 1’ê Çileya 1988’an de li Mêrsînê hatiye dinê û di wê salê de Komkujiya Helebçeyê pêk hat. Navê xwe ji yek ji pêşengên têkoşîna jinên Kurd Leyla Qasim girtiye. Leyla Şaylemez a ji navçeya Licê ya Amedê ye, di sala 1988'an de li navçeya Yenîşehîra Mêrsînê ji malbateke ji 8 zarokan pêk tê ya pêncemîn e ku berî bi 37 salan ji ber zilm û zordariya dewletê neçar ma koçî Mêrsînê bike.
 
Kesayeta têkoşer û serhildêr
 
Leyla Şaylemez hîna dema ku nû çavên xwe li jiyanê vekir, ku 2 salî bû bavê wê Cumalî Şaylemez ji ber zilm û zordariya dewletê piştî Mêrsînê koçî Elmanyayê kir. Leyla Şaylemez a ku zarokatiya xwe li maleke du qatî ya li Mêrsînê bi navê berê Barbaros û navê wê yê îroyîn Egrîçamê bi dayik, xwişk, pismam, dotma û mamên xwe re derbas kir, di sala 1994'an de li gel 5 xwişk û birayên xwe çû Elmanyayê. Piştî du salan li gel dayika wê ferdên malbatê yên amyî jî ketin rêya koçberiyê ya Almanyayê. Leyla Şaylemez bi kesayeta xwe ya serhildêr balê dikişîne û bi kesayeta xwe ya têkoşer di bîranînên me de dimîne.
 
Tevgera kurd nas dike
 
Leyla û malbata wê ku di sala 1994'an de li bajarê Halle yê eyaleta Sachsen-Anhalt a Elmanyayê bi cih bûn, bi salan di nava şert û mercên zehmet de têkoşîna jiyanê dan. Malbata wê ji bilî perwerdeya li dibistanên almanî, zarokên xwe dibirin komeleyên kurdan da ku ji nirxên xwe yên çandî dûr nekevin. Leyla Şeylamez a ku di nava komên folklorê de cih girt, weke keseke serhildêr di bîranînan de ma. Piştî xwendina 9 salan, dema ku amadekariya ketina zanîngehê dikir, dest bi nasîna tevgera kurd kir û bi awayekî aktîf beşdarî xebatên wê bû. Di sala 2008’an de beşdarî çalakiyên ciwanan bû û li gelek deverên Ewropayê çalakiyên ciwanan li dar xist. 
 
Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê vedigere Ewropayê
 
Leyla Şeylamez a di sala 2010'an de tevlî PKK'ê bû, 2 sal şûnde ji ber pirsgirêkên tenduristiyê vegeriya Ewropayê û li cihê ku lê mabû bi awayekî çalaktir xebatên xwe domand. Pêşî ji bo dermankirina xwe çû Almanyayê. Dema xebatên xwe yên ciwantiyê dimeşandin, li Hannoverê ku îstîxbarata Tirk lê kom bûbû, timî ji aliyê polîsên Elman ve dihat şopandin. Ji ber serdegirtin û zextên dawî ji bo xebatên xwe bidomîne çû Parîsê.
 
Xeyala wê ew bû ku tevli Newroza Amedê bibe
 
Leyla Şaylemez a ku xeyaloa wê ya herî mezin dîtina Amedê û beşdarbûna Newroza Amedê bû, ji bo azadkirina xaka ku hesreta wê bû, di jiyana xwe ya kurt de berxwedanek mezin da. Bavê Leyla Şeylamez keça xwe weke "Heqê navê xwe da" pênase dike, Leyla Şeylamez jî weke yek ji pêşengên tevgera jinên Kurd tê bibîranîn. Têkoşîna wê di têkoşîna jinên Kurd de ne tenê ji bo azadiya neteweyî, ji bo wekheviya zayendî jî bû çavkaniyek girîng a hêviyê.