Foza Yûsif: Eger HTŞ bi vî rengî dewam bike wê bibe dubareya Baasê

  • 09:39 16 Nîsan 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Komîteya Hevserokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsif, ragihand ku kiryarên heta niha yên HTŞ'ê û hikumeta ku ava kiriye demokratîk nîne û got: "Eger bi vî rengî dewam bike wê bibe dubareya rejîma Baasê. 
 
Endama Komîteya Hevserokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsif ji Ajansa ANF'ê re axivî û anî ziman ku eger pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin veguhere çareseriyê, bahaneyên ku Tirkiyeyê heta niha dida pêş wê ji holê rabin.
 
Foza Yûsif ragihand ku kiryarên heta niha yên HTŞ'ê û hikumeta ku ava kiriye demokratîk nîne û got: "Eger bi vî rengî dewam bike wê bibe dubareya rejîma Baasê. Me ev yek gelek caran li platformên cuda anîn ziman. Bi taybetî di destûra bingehîn de ku amade kirin, îradeya gelê Sûriyeyê tine hesibandin. Eger vê siyasetê dewam bikin, Baas çawa têk çû ew ê jî têk biçin. Eger wê li Sûriyeyê dewam bikin, hingî siyaseta ku dimeşînin divê sedî sed biguherînin û biryarên ku heta niha wergirtine hemûyan di ber çavan re derbas bikin. Bi gavên heta niha avêtine nîşan dan ku hem ji aliyê mejî ve hem jî ji aliyê pratîkê ve ji rejîma Baasê cuda nînin."
 
'Divê ewlehî û rêveberî bêne avakirin'
 
Foza Yûsif destnîşan kir ku dosya herî girîng a li pêşiya wan vegera şêniyên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, jiyana wan a bi rengekî ewle li cih û warê xwe ye û got: "Li wan herêman hîn jî çete hene. Li hin deveran dewleta Tirk jî heye. Jiyana bi ewle ya gelê me li ser xaka xwe bi hêzên xwecihî û hêzên asayîşê dibe, ji ber ku metirsî hîn derbas nebûye. Şetê me ew e ku dewleta Tirk û çeteyên wê ji herêmên dagir kiriye derkevin. Gel bi vî rengî dikare xw ewle bibîne. Ji bo herêman wê nîqaş dewam bikin, divê meclîsên li wê derê bêne avakirin, gel xwe bi xwe bi rê ve bibe û şaredarî di destê gel de bin. Mijara ewlekariyê mijara herî bingehîn e. Divê ewlehî û rêveberî bêne avakirin. Em li ser vê bingehê nêzîkatiyê nîşan didin."
 
'Em ji aliyê hiqûqî ve rewşê dişopînin'
 
Foza Yûsif ragihand ku komkujiya li hemberî Elewiyan bandoreke gelekî nebaş li temamiya Sûriyeyê kir, ji ber ku ji hemû derdorên din re bû peyamek û wiha axivî: "Ji ber vê yekê me bi şênberî helwesta xwe li dijî komkujiyê nîşan dan. Ji bo rawestandina komkujiyan, teşhîrkirina wê û pêşîgirtina li komkujiyan em hewl didin. Li qada dîplomatîk û li qada hiqûqî ya navneteweyî em ji bo vê dixebitin. Ji bo tevkariya mirovî li gelê Elewî bikin em hewl didin. Li her herêmê divê gel bi îradeya xwe, xwe bi rê ve bibe û ewlehiya xwe pêk bîne. Ev yek jî di berpirsyariya Şamê de ye. Yek ji mijarên esasî yên ku bi Şamê re danûstandin li ser hate kirin ev e, ku careke din komkujî neyê kirin. Divê hesab ji komkujeran bê pirsîn û bêne darizandin. Ji ber vê yekê komîteyeke şopandinê hate avakirin. Em ji aliyê hiqûqî ve rewşê dişopînin. Em ê bişopînin bê edalet wê bi cih bê anîn an na, wê komkujer bêne darizandin an na."
 
'Pirsgirêk dê bi rengekî demokratîk çareser bibe'
 
Foza Yûsif bi bîr xist ku dewleta Tirk ji sala 2011'an û vir ve sedema tevahiya nearamiyê ye, piştgiriyê dide hemû hêzên dijberê Şoreşa Rojava û wiha bi lêv kir: "Ji ber vê yekê eger pirsgirêka Kurd li Bakur bi rengekî demokratîk çareser bibe, ev rewş wê bandorê li têkiliyên Tirkiye û Rojava jî bike. Her wiha wê bandorê li ser polîtîkaya dewleta Tirk a têkildarî Sûriyeyê jî bike. Tirkiye timî dibêje, 'Li vê derê PKK heye, ji ber vê yekê em êrîş dikin'. Eger çareserî pêk were ev bahaneyên Tirkiyeyê jî wê ji holê rabin. Ji ber vê yekê eger pêvajoya ku Rêber Apo da destpêkirin bi ser bikeve hem ji bo têkiliya navbera me û Tirkiyeyê hem jî ji bo çareseriya pirsgirêkên me yên li Sûriyeyê wê rewşeke erênî derkeve holê."