'Di hevdîtinên bi Wezareta Dadê re wê tecrîd mijara sereke be'

  • 09:14 16 Nîsan 2025
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE - Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku hevdîtina bi Serokomar re gava yekemîn e ku mirov dikare bibêje ‘şênberî’, diyar kir ku di hevdîtina bi Wezareta Edaletê re dê gelek mijar bên nîqaşkirin û rojeva sereke jî azadiya Abdullah Ocalan û şert û mercên xebatê ye.
 
Piştî geşedanên ku Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî di vekirina Meclîsê ya 1’ê Cotmehê de ber bi refên DEM Partiyê ve meşiya û dest dan hevdu, bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rêzehevdîtinan destpê kir. Banga Sedsalê ya ku di 27'ê Sibatê de ket rojeva cîhanê, ji Îmraliyê ji bilî hevdîtinên malbatê 3 têkiliyên siyasî hatin kirin. Piştî van geşedanan heyet bi partiyên siyasî re û di dawiyê de bi Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan, Rêveberê MÎT'ê Îbrahîm Kalin û Efkan Ala re di 10'ê Nîsanê de hevdîtin pêk anî. Li gel ku ji bangawaziyê heta niha ti gav ji aliyê hikûmetê ve nehatiye avêtin, endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîla Komê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî wê bi Wezareta Dadê re hevdîtinê pêk bînin.
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît detayên hevdîtina bi Serokomar re û hevdîtina ku dê bi Wezareta Dadê re bê kirin vegot.
 
'Hevdîtin jî pêk hat, girîng û bi wate bû'
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît bal bir ser girîngiya hevdîtinê û wiha got:"Nîqaşên çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi vekirina Meclîsê ya 1'ê Cotmehê destpê kir û di raya giştî ya Tirkiyeyê de zêdetir cih girt. Piştî wê geşedanên pir cidî çêbûn. 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Birêz Ocalan a di 27’ê Sibatê de bangawaziyeke pir girîng bû ku hemû rêgez şikand û rê li ber destpêkeke nû vekir. Helbet vê bangê hem di partiya desthilatdar a Tirkiyeyê de, hem jî di nav muxalefetê de û hem jî di qada navneteweyî de dengvedanek pir berfireh dît. Pir erênî hat pêşwazîkirin. Li gel vê pêşwaziya erênî jî, hikûmeta AKP’ê ev demeke dirêj e ku tu gavên berbiçav neavêt. An jî nêzîkatiyeke ku bi vê pêvajoyê re wekhev be nîşan neda. Nêzî 10 sal şûnde, 10 sal berê bi endamên DEM Partî û partiya beriya wê HDP’ê re civînek hat lidarxistin. Em girîng û watedar dibînin ku ev civîn piştî 10 salan hat lidarxistin. Helbet ev jî girîng e ku endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan û Sirri Sureya Onder derfeta hevdîtinên xwe yên li gel birêz Ocalan, çarçoveya hevdîtinên xwe yên bi aliyên opozisyonê re, nîqaş û ramanên partiya me yên li ser pêvajoyê bi xwe ji Serokomar re ragihînin. Ev bendek pir girîng e ku ev yek ji destê pêşîn hatibe kirin, ew pêvajo bi hev re were nîqaş kirin û bi muxatabê yekem, serokkomar re were axaftin. Heyeta me ev hevdîtin weke qonaxeke nû bi nav kir. Em jî bi vê nêrînê re ne. Di mijara çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de weke gava herî şênber dikare were îfadekirin, ji ber ku di nava raya giştî de hin nîqaş hatin kirin, weke AKP li ku ye û Serokkomar di vê mijarê de li ku ye. Ji ber ku gavên berbiçav neavêtin me ev pirs dikir. Me bi koma AKP’ê re jî di asta hevserokatiyê de hevdîtin pêk anî. Heyeta me careke din bi AKP'ê re hevdîtin kir, lê helbet girîngiya sembolîk a li vir hevdîtina bi Serokkomar re bû. Ev hevdîtin jî pêk hat, girîng û bi wate bû."
 
'Qonaxeke nû ye'
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît da zanîn divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin û wiha pê de çû:"Belê, di agahiya heyeta me da hat gotin ku hevdîtin pir erênî derbas bû û bi rastî qonaxeke nû ye. Yek ji sedemên danasîna wê jî ji ber ku hevdîtin pêk hat û naveroka wê erênî bû. Helbet em ê hemû bi hev re encamên vê hevdîtinê bişopînin. Di encamê de di hevdîtinê de nêrîn û ramanên hevbeş hatin ziman. Li ser astengiyên ku heta niha di vê pêvajoyê de hatine jiyîn hatin nîqaşkirin û şandeya me nêrîn û ramanên xwe yên der barê derbaskirina wan de û her wiha nêrîn û ramanên partiya me anîn ziman. Dîsa di vê banga dîrokî de pozîsyona taybet a birêz Ocalan, helwesta wî ya bêhempa, ji bo ku ev bang bibe kolektîf divê şert û mercên Birêz Ocalan bên başkirin, ev yek ji Serokkomar re hatin vegotin. Di van hemûyan de herî kêm ne di me de ne jî di çapemeniyê de nêzîkatiyeke neyînî derneket. Ew dikare wekî hevpeyvînek erênî were diyarkirin."
 
'Divê rêziknameya qanûnî were çêkirin'
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît bal bir ser tecrîdê û wiha got:"Heta ku tecrîd neyê derbaskirin, tecrîd neyê rakirin û şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan neyê peydakirin, pêvajo bi awayekî baş pêş nakeve. Daxwaza herî bingehîn a ku me ji destpêkê ve ne tenê ya me, her wiha raya giştî ya demokratîk a berfireh û gelê Kurd, me nîqaş kir û pêk anî. Ji ber vê yekê, divê em li vir bisekinin. Ger şert û mercên azadiya Birêz Ocalan bên dabînkirin, şert û mercên xebata wî ya azad û jiyana azad pêk bên, wê di çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd de pêşketin çêbibin. Pêwîstî û ferz e ku hemû mijarên wê lîsteyê di nava van pêşketinan de bên çareserkirin. Di vê pêvajoyê de divê her yek ji wan were nîqaşkirin,  û ji bo her yekê rêziknameya qanûnî were çêkirin."
 
'Guherîna qanûnê pêwîst e'
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît a bal kişand ser guherîna qanûnê wiha dewam kir:"Helbet xwezî mijarên ku em ê bi Wezareta Dadê re biaxivin pir kêm bûna, lê mixabin dosyayên tijî mijar hene ku li benda nîqaşê ne. Piştî ku pêvajo dest pê kir ev dê bibe yekem serdana fermî ya heyeta me û Wezareta Dadê. Em di wê baweriyê de ne ku dê mijarên girîng ên taybetî werin nîqaş kirin. Bi taybetî rakirina tecrîdê, peydakirina şert û mercên ku birêz Ocalan ne tenê bi heyetê re, bi her kesê ku bixwaze re hevdîtinê bike, afirandina şert û mercên ku bi partiyên din ên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, rêxistinên girseyî yên demokratîk, akademîsyen re hevdîtin pêk bîne û di vê wateyê de rakirina tecrîdê bi lez û bez wê bibe mijara hevdîtina me. Lê niha girtiyên nexweş hene, Zagona Înfazê, TMK, TCK heye, li girtîgehan binpêkirinên mafan hene, bêhejmar manşet hene. Bi rastî, em ê nebin xwedî derfet ku em her yek ji van bi dirêjî nîqaş bikin. Bi pêşîgirtina van, ji ya herî lezgîn dest pê dike, mînak; Em ê yên herî girîng ên wekî şewitandina înfazên keyfî ji aliyê desteyên çavdêriyê yên îdarî ve nîqaş bikin. Hin ji van pirsgirêkên ku ji qanûnê derdikevin. Ji bo wê guherîna qanûnê pêwîst e. Ji bo vê yekê nîqaşek pir demdirêj û bi hev re karkirin hewce dike. Divê îradeya siyasî bi lez bikeve dewrê û van mînakên pratîka xerab ji holê rake. Mînak, lijneyên şopandinê yên îdarî, şewitandina înfazên kesên ku înfaza wan beriya niha li girtîgehê bi dawî bûye, pêkanînên bi vî rengî ne. Rastiya Lijneyên Çavdêriyê yên Îdarî heye ku girtiyên ku 30 sal in 32 an 33 sal in, bêyî pîvanên objektîf, ji ber sedemên tam subjektîf, bi temamî keyfî di girtîgehê de dihêlin. Ya duyemîn jî, mijara nedemokratîkbûna desteya şopandinê heye. Ya sêyem jî, mijarek heye ku ev hemû biryar di bin çavdêriya darazê de ne. Li vir kêmasiya mekanîzmayan heye. Ev mijarên ku em ê li ser pêşî biaxivin in."
 
'Em guh bidin wateya vê bangê'
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît da zanîn ji bo bangê û aştiyê ew ê xebatên xwe dewam bikin û wiha got:"Rêya pêşîgirtina li êşên nû ew e ku bi hev re em 24 saetan, ji bo aştiyê bixebitin. Ji bo banga Birêz Ocalan em li her derê, her malê, ji bo her mirovî ragihînin. Berpirsiyariya me ye ku em baş fam bikin ku ev bang wê çawa di jiyana me de, li welat û herêmê bibe sedema guhertinên mezin û yên din jî baş fêm bikin. Di vî warî de, em hewl didin vê yekê bi perspektîfa xwe bikin. Hem di civînên xwe yên gel de, hem di hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî re, hem di hevdîtinên xwe yên bi rêxistinên sivîl, rêxistinên girseyî yên demokratîk re, hem di civînên me yên bi saziyên navneteweyî re, hem di civînên me yên bi partiyên siyasî re, hem jî di hevdîtinên xwe yên bi saziyên navneteweyî re, bi ravekirina tevkariya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û gavên erênî yên ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd wê biafirîne, vê bangê li her derê, ji her kesî re, ji her welatî re, ji her gelî re vebêjin. Hêvîdar im ku di serdema nû de ji axaftin, gotin û vegotina Birêz Ocalan bi awayekî berfirehtir fersenda me hebe ku em guh bidin wateya vê bangê."