
Rojnamevan Hassouna û malbata wê di êrişa Îsraîlê de hatin kuştin
- 13:32 16 Nîsan 2025
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Fatima Hesûna û malbata wê di êrişa Îsraîlê ya li dijî Xezayê de jiyana xwe ji dest dan.
Êrişên Îsraîlê yên li hemberî Şerîda Gazzeyê dewam dikin. Li gorî nûçeya NûJINHA, nûçegihana wêneyan Fatîma Hassuuna danê sibehê dema mala ku bi malbata xwe re lê dima bû hedef, jiyana xwe ji dest da. Tevî Fatîma Hassouna 10 endamên din ên malbatê ku jin û zarok jî di nav de bûn jiyana xwe ji dest dan.
Fatima Hassouna hewl dide bi rêya lensên xwe sûc û binpêkirinên ku di 7'ê Cotmeha 2023'yan de ji aliyê Îsraîlê ve der heqê gelê wê de hatine kirin, belge bike. Li Xezayê bû dengê qurbaniyan û sembola belgekirina êşên tên kişandin. Her tim di eniyên pêş de ji bo rastiyan nîşan bide Fatima Hassouna wêranî belge kir, şopand û bandorên topbaranê şopand û rûyên ku ji ber dorpêç û şer westiyane ji cîhanê re ragihand.
Sendîkaya Rojnamevanên Fîlîstînî li ser wefata Fatîma Hassouna daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de êrîş bi tundî hat şermezarkirin û hate gotin ku hêzên Îsraîlê bi temamî ji hedefgirtina rasterast û sîstematîk a rojnamevanên Filistînî berpirsyar in. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Kuştina hevala me ya wênekêş Fatima Hassouna tevî gelek endamên malbata wê, di bombekirina Îsraîlê ya xayîn a li ser mala wan de, beşeke din a rêzesûcên dirêj ku rojnamevanan dike hedef nîşan dide da ku nehêlin ew bi erkên xwe yên pîşeyî û însanî rabin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hejmara rojnamevanên ji destpêka êrişan ve jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 212'yan û zêdeyî 25 ji van rojnamevanên jin in.