Pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê dewam dikin

  • 14:57 6 Nîsan 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi wesîleya 4’ê Nîsanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şahî û civîn hatin lidarxistin, semîner  û daxuyanî jî hatin dayîn.
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin.
 
Reqa
 
Meclisa Jinan a Meclisaa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li avahiya meclisê daxuyaniyek da. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Kewser Mihemed daxuyanî xwend.
 
Di daxuyaniyê de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li malbatên şehîdan, dayikên aştiyê, gerîlayên azadiyê, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahiya cîhanê hat pîrozkirin û hate gotin, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rojbûna azadî, aştî û demokrasiyê ye.
 
Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hat kirin ku tevî bangên aştiyê yên Abdullah Ocalan, lê dewleta Tirk tu gav neavêtiye.
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dê têkoşîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û aştiyê bidomînin. Her wiha bang li rêxistinên hiqûqî û navneteweyî hat kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û zextên li dewleta Tirk bikin bila Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî azad bike.
 
Til Hemîs 
 
Meclisa Kongra Star a bajarê Til Hemîsê jî bi boneya rojbûna Abdullah Ocalan civînek li dar xist. Civîn li hola Çand û Hunerê bi amadebûna bi dehan şêniyan, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û rûspiyên eşîran hat lidarxistin.
 
Piştî deqeya rêzgirtin, hevseroka Saziya Ceyranê ya Til Hemîsê Îman El Hisên jiyana Abdullah Ocalan vegot. Piştre sînevîzyonek li ser jiyana  Abdullah Ocalan hat temaşekirin.
 
Di civînê de hate diyarkirin ku piştî mîlada Abdullah Ocalan gelan astengî û zextên ku dewletan li ser wan dimeşandin, derbas kirin.
 
Tirbespiyê
 
Meclisa Kongra Star a bajarê Tirbepsiyê jî bi boneya 4’ê Nîsanê semînerek li hola PYD’ê da. Endamên saziyên sivîl û Kongra Star beşdar bûn.
 
Semîner bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Kongra Star Medya Mûsa axivî. Medya got, rojbûna Abdullah Ocalan ji bo gelên bindest ronahiyek e.
 
Di semînerê de sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Abdullah Ocalan hat pêşandan.
 
Hesekê
 
Meclisa Malbatên Şehîdan a Kampa Serêkaniyê jî bi heman boneyê şahiyek ji zarokên şehîdan re li dar xist. Şahî li Navenda Çand û Hunerê ya Xabûrê ya li taxa Miftî ya li bajarê Hesekê bi beşdariya zarok û malbatên şehîdan, koçberên ji Serêkaniyê û şêniyên Hesekê hat lidarxistin.
 
Piştî deqeya rêzgirtin, rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a Kampa Serêkaniyê Zehra Hesen axivî û rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û malbatên şehîdan pîroz kir. Zehra Hesen têkoşîna Abdullah Ocalan û berhemên ramanên wî jî şîrove kirin.
 
Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Hêvîn Hesen jî axivî û got: "4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Neteweya Demokratîk û salvegera avabûna YPJ’ê ye. Em vê rojê li gerîlayan û şervanên li eniyên berxwedanê pîroz dikin."
 
Piştî axaftinan ji aliyê zarokên şehîdan ve stran û helbest hatin gotin.
 
Şahî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.