Şukran Demîr:Jin xwedî hêza guherîn û veguhertinê ne

  • 09:02 6 Nîsan 2025
  • Rojane
Elfazî Toral
 
STENBOL - Endama lijneya rêveberiya Komeleya Dema Jinê Şukran Demîr der barê perspektîfa ku wê sedsala 21’ê bibe sedsala jinê de axivî û got: “Em jin êdî kirde ne gotina xwe dibêjin. Em xwedî hêza guhertin û veguhertinê ne. Jin ji bo civakek wekhev û azad ji zû de ketine tevgerê.”
 
Jin bi sedsalane têkoşîna jiyanê didin û berxwedana xwe jî roj bi roj mezin dikin. Li dijî serdestiya mêr têkoşînê her diçin mezin dikin û bi sedsalane ji bo mafên xwe têdikoşin. Jinên peyama wê sedsala 21’ê sibe sedsala jinê didin, ji bo mafan dengê xwe bilind bikin.
 
Endama lijneya rêveberiya Komeleya Dema Jinê Şukran Demîr, der barê perspektîfa ku wê sedsala 21’ê bibe sedsala jinê de axivî.
 
Şukran Demîr da zanîn ku hewcedariya jinan bi qadê jiyana azad heye û got ji bo ev qad bên avakirin divê şoreşa jinê pêk kbê. Şukran Demîr wiha anî ziman: “ Qadên jiyanê her diçin teng dibin. Jin û zarok bi bandor dibin. Divê em li van qadên jiyanê xwe heyî bikin û azadiya xwe pêk bînin. Ji bo vê hewce bi şoreşa jinê heye. Pergala heyî li ser pergala serdestiya mêr hatiye avakirin. Di vê pergalê de tu qadek ku nebûye pergal tune ye.Di qadên perwerde, tenduristî, siyaset, çand û hunerdê ev heye. Ji bo ev qad pêk bên hewce bi şoreşek bi kok heye. Lê şoreşa jinê hebe wê encam jî hebe. Ev jî bi avakirina civaka demokratîk pêkane.”
 
‘Divê jin di qadeke jiyanê ya wekhev û azad de zindî bibin’
 
Şukran Demîr di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Jin û zarok di nav malbatê de bi tundiyê û mirinê re tên rû hev. Polîtîkayek pêşî li tundiya li ser jinan bigire tune ye. Qanûnên heyî pêk nayên. Em ne dijberê malbatê ne. Em tundî û binpêkirinê qebûl nakin. Em malbatek demokratîk diparêzin. Malbat demokratîk bibe wê civak jî demokratîk bibe. Divê jin di qadek jiyanê ya wekhev û azad de zindî bibin.”
 
‘Jin ji hev hêzê digirin’
 
Şukran Demîr bi lêv kir ku her qada jiyanê di bin serdestiya mêr de ye û wih bi lêv kir: “Mêran her qada jiyanê dagir kirine. Mudaxaleyek li hember jiyana jinan mijara gotinê ye. Em wek civak pirsgisrêka wekhevî û demokrasiyê çareser bikin em ê hemû pirsgirêkan çareser bikin. Bi sedsalane mafên jinan tên binpêkirin. Jin êdî vê pergalê qebûl nakin. Jin biser dikevin. Jin ji hev bandor dibin.Têkoşîna jinan li her derê  bilind dibe. Jin ji hev hêzê digirin.  Ji bo sedsala 21’ê bibe sedsala jinê divê hîn bêtir mirov têbikoşin. Li gorî min sedsala 21’ê dibe jî. Jin li her qadê têkoşîna vê didin.”
 
‘Jin jiyan azadî’
 
Şukran Demîr di dawiya axaftina xwe de  balkişand ser felsefeya ‘jin jiyan azadî’ û daxuyakirin ku ev felsefe ji hemû jinan re dibe çavkaniya îlhamê û  got: “Jin li her qada jiyanê têkoşîna xwe didin.  Divê em gotina xwe bêjin. Em jin divê îtîraza xwe xurt bikin.”