
Ji Newroza Dêrikê: Azadî nêzîk e!
- 15:12 15 Adar 2025
- Rojane
MÊRDÎN - Di Newroza ku li Dêrikê bi coşeke mezin hat pîrozkirin de Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz axivî û got, "Em bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve dimeşin, azadî nêzîk e."
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê Newroz bi dirûşmên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk" hat pîrozkirin. Ji bo pîrozbahiya ku bi sedan kes lê amade bûn, gelê navçeyê di saetên serê sibê de bi cil û bergên xwe yên neteweyî herikî qadê. Li qada Newrozê dirûşmên "Bijî Newroz" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Jin û ciwan bi alên zer, sor û kesk ketin qadê û bi coşeke mezin govend gerandin.
Newroz tê wateya azadî û aştiyê'
Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz ku dest bi axaftinê kir Newroza hemû kesî pîroz kir û got, "Silav li berxwedêrên Dêrikê! Silav li dayikan, ciwanan, jinan! Ger em îro li vê qadê Newrozê pîroz dikin, bi saya vîna we ya berxwedêr e. Ez hezar carî spasiya we hemûyan dikim. Newroz azadî ye, aştî, li çiyayên me , ji gelê me yê demokratîk re azadiyê dixwazim. Dayikên ku têdikoşin. Azadî nêz e. Em bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve diçin."
Çalakî bi stranan hat bi dawî bû.