Li Qileban û Elkê Newroz hat pîrozkirin
- 14:52 15 Adar 2025
- Rojane
ŞIRNEX - Li Qileban û Elkê Newroz, bi peyama xwedî li derketina bangewaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Newroz îsal bi dirûşmeya, “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” 89 navendan tê pîroz kirin. Di çerçoveya pîrozbahiya Newrozê de li navçeya Qileban û Elkê ya Şirnexê jî Newroz bi girseyî hat pîrozkirin.
Qileban
Li Qilebana Şirnexê bi dirûşma "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk/ Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk" Newroz hat pîrozkirin. Siyasetmedar, parlamenter û bi sedan kes beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Jin bi cilên kurdewarî tevlî pîrozbahiyê bûn û dirûşma “Bijî serok Apo” û "Newroz Pîroz be” berz kirin. Piştî rezgirtinê bernameya pîrozbahiyê destpê kir.
Heserokê DEM Partiyê ya Qilebanê Abdullah Gun axivî û bangewaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir û banga xwedî li derketinê kir.
Parlaenter Ayşegul Dogan jî bal kişand ser berxwedana bi salan a Gelê Kurd û got: "Divê em tifaqa xwe ava bikin, bibin yek û jiyana ku em dixwazin ava bikin ji her kesî re vebêjin. Ev hevdîtin û serdana şanda Îmraliyê bo Îmraliyê pêwîst in û pêwîste em hemû piştevaniya wan bikin. Ger em qels bin, bi hestyarî nêz bibin û hembêz nekin, em ê vê firsendê ji dest bidin û careke din ev derfet neyê. Qonaxa ku em gihiştine qonaxa aştî, serkeftin û serketinê ye. Ev qonaxeke ku her kes di nava civakeke demokratîk de bijî ye. Divê her kes berpirsyariya xwe bigire ser milê xwe. Li vir em careke din peyama xwe nû dikin, em ê vî barî bi hev re hilgirin ser milên xwe, em dizanin ku aştî ne hêsan e, lê em dizanin ku tu hêz ji hêza gel mezintir nîne."
Piştî axaftinan agirê Newrozê di bin dirûşma "Bijî Serok Apo" hat pêxistin.
Newroza 2025'an li Qilebanê bi gerandina govendê qediya.
Elkê
Li Elkê li Qada Aştî û Demokrasiyê pîrozbahî hat lidarxistin. Parlamenter, siyasetmedar û bi sedan kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Welatî bi cilên xwe yên kurdewarî beşdar bûn.
Parlamenter Mehmet Zekî Îrmez, di axaftina xwe de bal kişand ser taybetmediya Newrozê û got: "Ew ê her tim agirê Newrozê geş bihêle da ku aştî li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi ser bikeve. Ji ber ku wateya agirê Newrozê bihar e, destpêkek nû ye. Em bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a Birêz Abdullah Ocalan Newroza 2025’an pîroz dikin. Em banga bi hezaran caran silav dikin. Banga ku hatiye kirin dîrokî ye, guncav sedsalê ye û banga azadiya Kurdan e."
Piştî axaftinan dayik agirê Newrozê pêxistin. Welatî li ber stranên Koma Zagros govend gerand û newroza xwe pîroz kirin.