'Dê li qadên Newrozê xwedî li banga Abdullah Ocalan derkevin'

  • 09:31 13 Adar 2025
  • Rojane
 
AMED - Aktîvîsta TJA'yê Hulya Alokmen Uyanik, bal kişand ser Newroza ku wê li 89 navendan bi taybetî li Amedê bê pîrozkirin û got: "Di vê Newrozê de em bang li hemû gelê xwe, jin û ciwanan dikin ku xwedî li perspektîf û deklerasyona birêz Ocalan derkevin."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongereya Civaka Demokratîk (DTK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokratîk a Gelan (DEM Partî), deklarasyona Newroza 2025'an eşkere kir. Îsal Newroz dê 89 navendê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk / Newroza, ji bo azadiyê civakeke demokratîk" bê pîrozkirin. Li Amedê di 11'ê Adarê de daxuyaniya starta pîrozkirina Newrozê hat dayîn. 
 
Derbarê pîrozbahiyan de aktîvîsta TJA'yê Hulya Alokmen Uyanik, ji ajansa me re axivî û bal kişand ser amadekariyên Newrozê. 
 
Hulya Alokmen Uyanık, di destpêka axaftina xwe de bal kişand taybetmendiya meha Adarê û got: "Di nav vê mehê de hem komkujî pêk hatin û hem jî berxwedanên mezin derketin holê. Yek jî wan Newroz e. Newroz hem jî bo Gelê Kurd û hem jî ji bo gelên Rojhilata Navîn rojeke girîng e. Wek demsal jî dawîbûna zivistanê û destpêka biharê ye. Her wiha yên ku 8'ê Adarê afirandî û heta wan rojan bi berxwedanê anîn. Îsal me 8'ê Adarê bi dirûşma "Em li hemberî qirkirina jinan serî radikin û ber bi azadiyê ve dimeşin" pêşwazî kir." 
 
'Dê berê xwe bidin Newrozê'
 
Hulya Alokmen Uyanik, di axaftina xwe de bal kişand ser geşedanên siyasî û wiha bi lêv kir: "Jinan xwedî li perspektîfa Civaka Demokratîk û Aştiyê ya Birêz Ocalan derketin. Ji xwe Birêz Ocalan ji bo jinên kurd, bi salane li ser berxwedana jinan, nêrîna jinan û çareseriya pirsgirêka jinan nîqaşên berfireh dimeşîne û felsefeya 'Jin jiyan azadî ' afirand. Hemû jinên cîhanê ji vê yekê îlham girt. Her wiha jin niha xwedî li pêvajoya aştî, demokrasî û diyalogê derdikevin."
 
Hulya Alokmen Uyanik, di axaftina xwe de bal kişand ser peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo jinan hatî şandî û da zanîn ku jin dê bi perspektifeke çareseriyê, yekitiyê û piştevaniyê ya ku ji 8'ê Adarê girtine dê berê xwe bidin Newrozê."
 
'Wê daxwazên xwe bidomînin'
 
Hulya Alokmen diyar kir ku bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan bi salan e jin kampanyayan dimeşînin û wiha got: “Di sala borû de jî kampanyayek hat destpêkirin. Jixwe tespîta ku pêvajo bi vî rengî dimeşe nîşan dide ku mijara 'mafê hêviyê' ya ku di civakê de tê axaftin, niha nêzîk dibe û weke pirsgirêka herî girîng li pêşberî civakê radiweste. Bi salan e bi awayên cuda vê yekê îfade dike.-Em hem bi çalakî û bûyerên cuda yên di nava xwe de vî dengî bînin ziman û hem jî di kampanya TJA'yê de daxwazên xwe yên li ser mafê hêviyê û girtiyên nexweş û girtiyên jin bi dengekî bilind biqîrin."
 
'Xwedî li banga Ocalan derkevin'
 
Herî dawî Hulya Alokmen ev bang kir: “Em wek gelê Kurd ne cara yekem e ku em dikevin pêvajoyeke wiha. Dibe ku di nav mirovan de tevlihevî çêbibe, di zelalkirinê de zehmetî hebe, an jî di demek ku şerek taybet avê gemar bike re derbas dibin. Em vê yekê baş dizanin, bi rastî civaka herî siyasî ya li Rojhilata Navîn gelê Kurd e. Ji ber vê yekê em ê bi rast xwendina pêvajoyê û bi zanebûna erkên ku li pêşiya me ne, rêxistinbûnê zêdetir bikin û rê nedin ku pêvajo bi polîtîkayên şerê taybet xira bibe. Ji bo vê yekê, Çapemeniya Azad bişopînin û hûn dikarin derxînin ka kî çi dibêje. Ya herî girîng jî, divê were zanîn ku ev yekane rêya bersivdayina vê pêvajoyê bi rêxistinbûyîn e. Em vê dibêjin û em dizanin ku gelê me di demên herî dijwar de jî çawa qad tije kiriye û hezkirina xwe ya ji bo azadiyê aniye ziman. Di vê Newrozê de em bang li hemû gelê xwe, jin û ciwanan dikin ku zêdetir xwedî li perspektîf û banga birêz Ocalan derkevin.”