Dayika Aştiyê Peyruze Kurt: Em aştiyeke bi rûmet dixwazin

  • 09:02 13 Adar 2025
  • Rojane
Nazlican Nujîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Dayika Aştiyê Peyruze Kurt da zanîn ku ew ê heta dawî piştgiriyê bidin banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ji bo aştî pêk bê divê her kes berpirsyariya xwe bînin cih.
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bi heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re hevdîtin kir û peyam ‘aştî û civaka demokratîk’ ragihand. Piştî deklerekirina payemê ji her derê piştgirî hat û her diçe ev piştgirî zêde dibe.
 
Endama Însiyatîfa Dayika Aştiyê Peyruze Kurt der barê bangê de axivî û da zanîn ku wê heta dawî piştgiriyê bidin bangê û divê her kes berpirsyariya xwe bîne cih. Peyruze Kurt balkişand ser agirbesta ku PKK’ê îlan kiriye û got divê bersiva vê gavê bê dayîn.
 
‘Çi ji destê me bê em ê bikin’
 
Peyruze Kurt di axaftina xwe de da zanîn ku ew heta dawî piştgiriyê didin banga Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Em ji bo aştiyê amade ne. Çi ji destê me bê divê em bikin.Bi salane em li benda vê rojê ne. Bi salan em ji bo aştiyê têdikşin. Ciwanên me mirin, zarokên me winda bûn, gorên wan tune ne. Em hêvîdarin ku ev xwîn êdî rawete. Em hêvîdarin ku dayikên Tirk jî ligel me cih bigirin. Bila li şûna çekan, balafirên şer kulîlk vebikn. Bila her kes bigihêje zarokên xwe.”
 
‘Divê ne yek alî be’
 
Peyruze Kurt der barê îlankirina agirbestê de axivî û wiha domand: “Divê bersiva vê gavê hebe.Divê ne yek alî be. Em amade ne. Çi ji destê me bê em ê bikin. Kezeba me şewiteiye. Em dixwazin aştî pêk bê, her kes azad bijî. Şer dibe sedema her tiştî. Zirarê dide her kesî. Dayik hebûnên xwe yên herî bi nirx winda dikin. Lê bila êdî daik negirîn.Bila ev şer rawete. Em dayik amade ne, çi hewce be em dikin. Em naxwazin bimrin em dixwazin bijîn. Em dixwazin wek hemû gelên cîhanê azad bijîn.”
 
‘Em aştiyeke bi rumet dixwazin’
 
Peyruze Kurt di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku tevî hemû zextan Kurd tu carî li  xwe tenê nefikirîne û got Kurd êdî kuştinê naxwazin ,ji şer û kuştinê re dibêjin na. Peyruze Kurt wiha anî ziman: “Bila yekitî, wekhevî û aştî pêk were. Em niha dixwazin li şûna ku em tabûtê hembêz bikin û li hestiyan bigerin, gulan biçînin. Li şûna ku em tabûtê hembêz bikin, em dixwazin zarokên xwe hembêz bikin. Divê her kes bi ya xwe bike. Em êdî şer û cenazeyan naxwazin. Em aştiyê dixwazin, aştiyeke mayînde dixwazin, aştiyeke bi rûmet dixwazin. Bila ev aşitî mayînde be ku em bibêjin em niha li cîhanê ne. Bi salan e em digirîn, êdî naxwazin bigirîn. Em dixwazin bijîn û bikenin.”