Hevserokên giştî yên DEM Partiyê çûn Wanê
- 17:49 15 Sibat 2025
- Rojane
WAN – Hevserokên giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Tuncer Bakirhan û heyeta ligel wan çûn Wanê.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan û heyeta ligel wan çûn Wanê. Di saetên sibehê de qeyûm tayînê şaredariya bajarê mezin a Wanê hatibû kirin û piştî vê li gelek bajaran çalakiyan dest pê kir. Liser vê hevserokên giştî yên DEM Partiyê çûn Wanê û derbasî rêxistina DEM partî ya Wanê bûn.
Hevserok ji aliyê hevşaredarê bajarê mezin yê wanê Abdullah Zeyran û parlamenterên Wanê ve hatin pêşwazîkirin. Hevserok û rêxistina partiyê li avahiyê civîna nirxandinê dikin.