![](/staticfiles/news/251566/2025/02/15/823x463cc-ist-15-02-25-reyhan-hacioglu-iddianame.jpeg)
Di îdianameya Reyhan Hacioglu de bername sûc hatin hesibandin
- 17:12 15 Sibat 2025
- Rojane
STENBOL - Îdianameya rojnameger Reyhan Hacioglu hat amadekirin û di îdianameyê de hemû xebatên rojnamegeriyê wek sûc hatin hesibandin.
Di çarçoveya lêpirsîneke ku navend Stenbolê de di 17’ê çileyê de di encama serdagirtina malan de rojnameger hatin binçavkirin û di 20’ê çileyê de bi îdiaya endamên rêxistinê ne hatin girtin. Rojnameger Reyhan Hacioglu jî li Wanê hatibû binçavkirin û pişter şandin Girtîgeha Tîpa T a Wanê û îdianameya derbarê Hacioglu de hat amadekirirn.
Di îdianameya ku ji 46 rûpelan pêk tê de dîrok û rêxistinbuna PKK û KCK’ê tê vegotin. Li gorî îdianameyê bernameya ‘Haftanin Polîtîgî’ ku Hacioglu pêşkeş dike wek sûc hatiye desnîşankirin. Her wiha mijarên bernameyê yên wekî; binpêkirinê mafan ên li girtîgehan, zextên li dijî jinan, tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, binçavkirin û girtina rojnamegeran sûc hatine hesibandin.
Di îdianameyê de axaftinên mêvanên bernameyê û kovara Modernîteya Demokratîk jî wekî sûc cih digirin.