TJA li Stenbolê komplo şermezar kir

  • 17:10 15 Sibat 2025
  • Rojane
 
STENBOL - Di daxuyaniya ku bi boneya 26'emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi pêşengiya TJA'yê hate dayîn de wiha hat gotin: "Em bang li raya giştî dikin ku têkoşînê mezin bikin, bi hev re tarîtiya faşîzmê bişkînin û ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan hêviya aştiyê hembêz bikin."
 
Bi armanca şermezarkirina 26'emîn salvegera komploya navneteweyî, di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li Qada Azadiyê ya navçeya Bakirkoyê ya Stenbolê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Aktîvîstên TJA, Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), rêveberên DEM Partiyê, nûnerên saziyên sivîl û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de pankarta "Jin ber bi azadiyê ve dimeşin" hat vekirin. Di daxuyaniyê de bê navber dirûşmên "Ji şer na, aştî niha", "Bijî Serok Apo", "Be Serok jiyan nabe", "Bijî berxedana Rojava", "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.
 
Parlamenter Çîçek Otlu axivî û bal kişand ser tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê mezin a Wanê û diyar kir ku xelkê Wanê li dijî qeyûm li ber xwe da. Çîçek Otlu dû re bal kişand ser komployê û got: "26'emîn salvegera komploya li dijî Birêz Ocalan e. Hêzên navneteweyî, rejîmên paşverû yên Rojhilata Navîn, ji bo meşa azadiyê ya gelê Kurd bê veger tasfiye bikin, qanûn paşguh kirin û birêz Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin. Weke Kurd, kedkar, jin û ciwan me 26 berê got em komployê nas nakin, îro jî dibêjin em careke din komployê nas nakin."  
 
Sevcan Kadîroglu jî axivî û bal kişad ser têkoşîna li dijî komployê û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Em îro di qonaxeke girîng a ji bo dabînkirina aştî û mercên jiyana demokratîk ji bo gelê xwe ne. Ji nû ve destpêkirina pêvajoya diyalogê ji bo gihiştina çareseriyeke mayînde bêyî windakirina demê, di xaleke girîng a diyarkirina paşeroja gelên herêmê de ye. Ji bo aştiyeke bi rûmet û çareseriyeke adil şertê pêwîst ew e ku Birêz Abdullah Ocalan azadiya fîzîkî bi dest bixe û bi awayekî azad siyasetê bike. Em îro careke din komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin."
 
Di daxuyaniyê de dirûşmên li dijî tayînkirina qeyûm û şermezarkirina komployê hat berzkirin. 
 
Dema girse belavbû polîs êriş bir ser girseyê û di encamê de 10 kes hatin binçavkirin.