Li Amed, Êlih, Sêrt û Şirnexê rê hat girtin

  • 14:02 8 Çile 2019
  • Jiyan
AMED - Li Amed, Êlih, Sêrt û Şirnexê ji ber berfa zêde rêyên gelek gund û kuçeyan hatin girtin
 
Li Amed, Êlih, Sêrt û Şirnexê ji ber berfa zêde rêyên gelek gund û kuçeyan hatin girtin.
 
Tê payin ku bandora baran û berfê heta sibehê dewam bike. 
 
Welatî hatin hişyarkirin
 
Ji ber berfa zêde welatî ji bo talûkeya aşûtê, cemedê hatin hişyarkirin. 
 
Dibistan hatin girtin
 
Ji ber berf û cemedê li Çewlik û navçeyên wê li Êlihê û navçeya wê Sasonê û li Amedê û li Navçeya wê Pasûrê dibistan hatin girtin.