Li Amed, Êlih, Sêrt û Şirnexê rê hat girtin 2019-01-08 14:02:04   AMED - Li Amed, Êlih, Sêrt û Şirnexê ji ber berfa zêde rêyên gelek gund û kuçeyan hatin girtin   Li Amed, Êlih, Sêrt û Şirnexê ji ber berfa zêde rêyên gelek gund û kuçeyan hatin girtin.   Tê payin ku bandora baran û berfê heta sibehê dewam bike.    Welatî hatin hişyarkirin   Ji ber berfa zêde welatî ji bo talûkeya aşûtê, cemedê hatin hişyarkirin.    Dibistan hatin girtin   Ji ber berf û cemedê li Çewlik û navçeyên wê li Êlihê û navçeya wê Sasonê û li Amedê û li Navçeya wê Pasûrê dibistan hatin girtin.