Rêveberên Baroya Stenbolê îfade dan: Lêpirsîn li dijî prosedurê ye

  • 13:37 7 Çile 2025
  • Rojane
 
STENBOL - Serok û rêveberên Baroya Stenbolê bi hinceta ku têkildarî qetilkirina Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan de daxuyanî dabûn, der barê wan de lêpirsîn hatibû vekirin û îro îfade dan.
 
Serokê Baroya Stenbolê Prof. Dr. Îbrahîm Kaboglu û endamên lijneya rêveberiyê bi hinceta li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal têkildarî rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan parvekirin kiribûn bi îdiaya "propagandaya rêxistina terorê kirine" û "ji raya giştî re agahiyê xapînok belav kirine" der barê wan de lêpirsîn hat vekirin û îfade dan. Piştî îfadeyê li ber Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê daxuyanî hat dayîn. Serokê gelek baroyên bajaran û Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyê (TBB) Erinç Sagkan jî beşdarî daxuyaniyê bû.
 
Serokê TBB'ê Erînç Sagkan li ber edliyeyê axivî û diyar kir ku lêpirsîn li dijî usulê ye û wiha got: "Îro rêveberên baroya me îfade dan. Di warê hiqûqî de pêvajoyek neqanûnî hat meşandin. Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve bêyî ku der barê parêzeran de lêpirsîneke taybet bê meşandin û ji Wezareta Edaletê destûra lêpirsînê bê girtin, lêpirsîn hat destpêkirin. Li gorî rêgezên prosedurê tevnagerin û ev nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê me îro xwest li gorî usulê ji serok û rêveberên baroyê tevbigerin."
 
Erînç Sagkan axaftina xwe wiha domand: “Li ku derê mexdûr hebin em daxwaza edaletê dikin û bûn dengê mexdûran. Em îro li dijî vê lêpirsîna ku li dijî serok û endamên lijneya baroya Stenbolê hatiye destpêkirin, ne hiqûqî ye û azadiya îfadeyê asteng dike. Dema em Baroya Stenbolê diparêzin di heman demê de em mafên bingehîn û azadiya hemû welatiyan diparêzin. 147 sal in ev baro bêdeng nema û ne jî ditirse. Ji niha û pê ve jî wê bi wêrekî dê ligel edaletê be. Di dawiyê de ez vê yekê bibêjim: Dê dîrok nîşan bide kî dê mehkûm bibe.”
 
Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.