Li Dêrsimê rêyên 99 gundî hatin girtin

  • 17:15 29 Kanûn 2018
  • Jiyan
DÊRSIM -Ji ber arizayê li Navçeya Qisleyê û 80 gundî ceyran tune ye. 99 rê hatin girtin.
 
Berfa ku li Dêrsimê zêde dibare bandorek neyînî li ser jiyanê dike. Ji ber berfa zêde û arizayê li Navçeya Qisleyê û 80 gundî ceyran tune ye. 99 rê hatin girtin. Xebatên ji bo vekirina rêyan bê navber didomin. 
 
Her wiha meterolojiyê hişyar  kir ku dê 10 dereceyên din jî pîle dakeve û roja yekşemê li Xarpêt, Meletê, Semsûrê, Çewlikê û li Dêrsimê barîna berfê dê bidome.