Li Dêrsimê rêyên 99 gundî hatin girtin 2018-12-29 17:15:05   DÊRSIM -Ji ber arizayê li Navçeya Qisleyê û 80 gundî ceyran tune ye. 99 rê hatin girtin.   Berfa ku li Dêrsimê zêde dibare bandorek neyînî li ser jiyanê dike. Ji ber berfa zêde û arizayê li Navçeya Qisleyê û 80 gundî ceyran tune ye. 99 rê hatin girtin. Xebatên ji bo vekirina rêyan bê navber didomin.    Her wiha meterolojiyê hişyar  kir ku dê 10 dereceyên din jî pîle dakeve û roja yekşemê li Xarpêt, Meletê, Semsûrê, Çewlikê û li Dêrsimê barîna berfê dê bidome.