Li Farqînê kargeh û mal di bin avê de man

  • 15:55 10 Nîsan 2019
  • Jiyan
AMED - Li navçeya Farqîna  Amedê lehî rabû û kargeh û mal di bin avê de man. 
  
Li Navçeya Farqînê ya Amedê di saetên nîvro de barîna zêde ya baranê bandorê li ser jiyanê kir. Ji ber baranê lehî rabû û li navenda navçeyê gelek kargeh, mal û cih di bin avê de man. Lehî bû sedema xisarên madî. Wesayît di nava ava lehiyê de man û welatî asê man. Xisar qewimî nehat zanîn çiqas e.