Li Qamişloyê seferberiya parastina cewherî
- 21:34 5 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Qamişloyê li dijî êrîşên Tirkiye û komên paramîlîter yên ji Tirkiyeyê piştgiriyê dibînin, gel tevli seferberiyê bûn û ji bo parastina cewherî tabur ava kirin.
Hêzên Parastina Civakî (HPC) yên bajarê Til Koçerê yê girêdayî Girkê Legê yê Kantona Cizîrê bi daxuyaniyek ragihand ku tevlî banga Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bûye û ji bo parastina herêmê bi QSDˋê re ketine tevgerê.
Meclîsa Gel da zanîn ku di çarçoveya seferberiya giştî de girêdayê HPC’ê 8 tabur hatine avakirin û wiha hate gotin: “Em wek gelê Enteriyê, wê hêzên QSD, YPG û YPJ’ê tenê nehêlin. Em ê ligel wan cih bigirin û berpirsyariya parastina xwe ya cewherî bînin cih.”
Daxuyanî bi dirûmeyên ‘bijî berxwedana QSD, YPG û YPJ’ê’ bidawî bû.