Li Farqînê kargeh û mal di bin avê de man 2019-04-10 15:55:37   AMED - Li navçeya Farqîna  Amedê lehî rabû û kargeh û mal di bin avê de man.     Li Navçeya Farqînê ya Amedê di saetên nîvro de barîna zêde ya baranê bandorê li ser jiyanê kir. Ji ber baranê lehî rabû û li navenda navçeyê gelek kargeh, mal û cih di bin avê de man. Lehî bû sedema xisarên madî. Wesayît di nava ava lehiyê de man û welatî asê man. Xisar qewimî nehat zanîn çiqas e.