Yuksel Almas nehat tehliyekirin

  • 14:51 6 Cotmeh 2021
  • Hiqûq
AMED - Hevseroka MEBYA-DER'ê Yuksel Almas di rûniştina doza dihat darizandin de nehat tehliyekirin. 
 
3'yemîn rûniştina doza bi idiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" li Hevseroka MEBYA-DER'ê Yuksel Almas hatibû vekirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Yukselê bi rêya SEGBÎS'ê ji Girtîgeha Jinê ya Amedê beşdarî rûniştinê bû. Parêzerên Yukselê Hulya Hava Atli û Muhittin Muguç her wiha şahid li rûniştinê amade bûn.
 
Meqama îdiayê biryara berdewamiya girtina Yukselê da. 
 
Saleke di girtîgehê de ye
 
Yukselê diyar kir ku ew mutalayê qebûl nake û ev saleke bi awayekî belasebe û bi neheqî di girtîgehê de ye. Yukselê da zanîn tiştên di îdianameyê de cih digirin xebatên fermî yên kirine û berata xwe xwest. 
 
Parêzerên Yukselê jî diyar kirin ku ew mutalayê qebûl nakin û xwestin muwekîla wan berat bike. 
 
Dadgehê daxwaza demê ya parêzeran qebûl kir û biryara berdewamiya girtina Yukselê da. 
 
Rûniştin taloqî 13'ê Kanûnê hat kirin.