Doza ‘Çapemeniya KCK’ê hate taloqkirin

  • 16:06 3 Cotmeh 2024
  • Hiqûq
 
STENBOL - Danişîna doza “Çapemeniya KCK’ê” ku rojnameger û xebatkarên medyayê jî di nav de bi giştî 46 kes tên darizandin, hate taloqkirin. 
 
Danişîna 32’yemîn a doza “Çapemeniya KCK’ê” ku rojnameger û xebatkarên medyayê jî di nav de bi giştî 46 kes bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê”, “Rêveberiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê tên darizandin, li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hate lidarxistin. Kesên tên darizandin tev li danişînê nebûn lê parêzerên wan amade bûn. 
 
Parêzerê rojnameger Yuksel Genç, got ku 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê derheqê miwekîla wê de dozeke nû vekiriye û ji ber ku naverok dişibin hev, xwest her du dosya bibin yek.  
 
Dagehê jî biryar da ku ji bo lêkolînkirinê dosyaya doza Genç ji 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê were xwestin û xwe li benda înfazkirina biryara girtina rojnameger Îsmet Kayhan bigirin. Dadgehê, danişîna dozê taloqî 23’yê çileya 2025’ê kir.