DFG: Jin dev ji nivîsandina rastiyê bernadin

  • 12:50 7 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
AMED-  DFG'ê bi munasebeta Roja Jinên Kurd ên Rojnameger peyamek weşand. Di peyamê de hat gotin:"Jin dev ji nivîsandina rastiyê bernadin."
 
Rojnamegerên Dicle Firatê (DFG) ji bo wesîleya Roja Rojnamegerên Jinên Kurd, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal peyamek şand.
 
Di berfirehiya peyamê de wiha hat gotin:
 
 “ Di roja ku ev 8 sal in weke Roja Rojnamegerên jinên Kurd tê pîrozkirin, em carek din serbilind in ku vê mîrateya giranbûha hilgirin. Mîrateya ku Gurbetellî di rêyên zehmet, dijwar de hişt rê li ber rojnamegerên Kurd vekir, daxwaza têkoşinê carek din diyar kir, jinên ku pênûsa Gurbetellî li erdê nahêlin, ji nivîsandina heqîqetê ya li dijî zimanê mêrane yê çapemenîyê tawîz nadin. Em roja hevrêyên xwe yên Rojnameger ên jinên Kurd ku tevlî polîtîkayên girtin, tunehesibandin û îmhayê li ber xwe didin û li pey heqîqetê dimeşin pîroz dikin û di serî de Gurbetellî Ersoz tevahî şehîdên çapemenîya azad ên ji bo vê dozê bêyî kêlîyekê dudilî bin jî canê xwe feda kirin, bi minet û hesret bi bîr tînin.”