Di meha îlonê de 30 jin hatin qetilkirin

  • 09:03 6 Cotmeh 2024
  • Çeteleya Tundîyê
Yeşîm Oruç
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya tundiyê di meha îlonê de 30 jin û zarokek hat qetilkirin û mirina 15 jinan û 4 zarokan jî bi guman e. 
 
Binpêkirina mafê jin û zarokan didome. Tundî û qetilkirina jin û zarokan her roja ku derbas dibe li Kurdistan û Tirkiyeyê zêdetir dibe. Polîtîkayên tên afirandin û gotinên serdestan ên zayendperes, herî dawiyê jî bêcezahiştina kiryaran rê li ber tundî û qetilkirinê vedike.
 
Li gorî daneyên ajansa me JINNEWS'ê di meha îlonê de 30 jin û zarokek hat qetilkirin û mirina 15 jinan û 4 zarokan jî bi guman e. 
 
Kiryarên jinên hatin qetilkirin dîsa yên herî nêzî wan bûn. 7 jin ji aliyê mêrên ku bi wan re zewicî ne, 5 jin ji aliyê mêrên ku jê veqetiyaye, 5 jin ji aliyê mêrê ku di pêvajoya berdanê de bûn, 2 jin ji aliyê bavê xwe ve, jinek ji hêla cîranê xwe ve, kiryarên 4 jinan jî nehatin tespîtkirin, 4 jin ji aliyê mêrê ku pê re dijiyayî ve, 
jinek ji aliyê zarokê xwe ve û jinek jî ji aliyê xizmê xwe ve hat qetilkirin. 
 
Li Semsûrê 2, li Kayseriyê 1, li Konyayê 2, li Enqereyê 1, li Aksarayê 1, li Meletî 1, li Afyonê 1, li Hatayê 2, li Kocaeliyê 1, li Stenbolê 4, li Qersê 1, li Samsunê 1, li Mêrsînê 1, li Dîlokê 1, li Aydinê 2, li Sakaryayê 1, li Amedê 1, li Îzmîrê 2, li Karabûkê 1, li Antalyayê 1, li Mereşê jinek û li Manîsayê jî jinek hatin qetilkirin.