Xwendekaran qetilkirina jinan şermezar kirin

  • 14:46 7 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
AMED - Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê çalaki li dar xistin û nerazîbûn nîşanî qetilkirina jinan dan û bang li rayedaran kirin ku li dijî qetilkirina jinan tevdîrê bigirin. 
 
Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî qetilkirina jinan di rojên dawî de zêde bûne, li zanîngehê daxuyanî dan û qetilkirina jinan protesto kirin. Di çalakiyê de dowîzên wek “Heta ku jin azad nebe civak nikare azad bibe", “Jin jiyan azadî” û “Cînayetên jinan polîtîk e” hildan. 
 
Rozerîn Fîdan li ser navê xwendekaran daxuyanî da û da zanîn ku wezîfeya esil a dewletê ew e ku ewlehiya welatiyan pêk bîne. Rozerîn anî ziman ku ji bo pêşîgirtina li kuştina jinan polîtîkayeke bi bandor nîne û bertek nîşanî betalkirina Peymana Stenbolê da. Rozerîn got: “Ji bo pêşîgirtina li kuştina jinan, divê bi lezgîn polîtîkayeke bi bandor bê pêşxistin. Divê dewlet berpirsyariya xwe ya di warê mafê jiyanê de bi cih bîne. Em daxwaz dikin ku tedbîr bên girtin da ku bûyerên dawî dubare nebin.”
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.