'Tiştê ku girtiyan li ser linga digire, hest û sekna şoreşgerî ye'

  • 15:42 7 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
STENBOL - Di roja duyemîn a "Komxebata Tenduristiya Girtîgehan a Navneteweyî" de ku Meclisa Tenduristiyê ya HDK'ê bi Delegasyona Tenduristiyê ya Navneteweyî re organîze kir, bi girtiyên hatine berdan re civiyan û li serpêhatiyên wan guhdarî kirin.
 
"Komxebata Tenduristiya Girtîgehan a Navneteweyî" ku ji aliyê Meclisa Tenduristiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ve ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên siyasî yên li girtîgehan bi taybet Îmraliyê, di roja duyemîn de berdewam kir. Roja duyemîn a hevdîtina bi heyeta ji Delegasyona Tenduristiyê ya Navneteweyî re li avahiya Navenda HDK'ê ya li Beyoglûyê pêk hat.
 
Di rûniştina îro ya komxebatê de bi girtiyên berê yên ji girtîgehê derketin re hevdîtin pêk hat û li serpêhatî û binpêkirinên mafên wan hat guhdarîkirin. Di civînê de bal kişandin ser rewşa girtiyên ku 30 sal in di girtîgehê de mane û hat destnîşankirin ku ti endamên tevgerên siyasî yên din ku ewqas demen dirêj di girtîgehê de mane li ti devera cîhanê tune ye. 
 
‘Li girtîgehê têkoşîna jiyanê ji bo şoreşgerekî girîng e’ 
 
Girtiyan diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tecrîda li Îmraliyê li tevahiya welat belav bûye. Girtiyan diyar kirin ku girtîgeh veguherîne îşkencexaneyê û gotin: "Li girtîgehê têkoşîna jiyanê ji bo şoreşgerekî girîng e.”
 
Girtiyan da zanîn ku girtîgehên li Tirkiyeyê ji bo têkbirina psîkolojiya girtiyan hatine avakirin û mafê wan ê tenduristiyê tê binpêkirin û wiha axivîn: “Zext û xerabûna psîkolojîk gelek caran tê dîtin. Her tevgera girtiyan di bin çavdêriya rêveberiya girtîgehê de ye. Ji ber ku em di gelek mijaran de têkoşîna jiyanê didin, nahêlin ku em ji mafê tenduristiyê jî sûd werbigirin, ji ber ku em girtiyên siyasî bûn bi van binpêkirinên mafan re rû bi rû man. Îcar dema tu li girtîgehê jin bî berxwedanek zêdetir dixwaze. Dibe ku nexweşiyên gelek hevalên me neyên teşhîskirin. Dema ku nexweşî pêşve diçe, dermankirin ne pirr bi bandor e. Ev yek ji wan mijaran bû ku me zehmetiyên mezin dikişand. Divê mafê tenduristiyê ji bo her kesî bi awayekî wekhev were sepandin, li girtîgehê li gorî têkoşîna xwe ya siyasî muameleya we tê kirin. Tiştê ku girtiyan li ser linga digire, hest û sekna şoreşgerî ye. "
 
Girtiyan diyar kir ku mafê tenduristiyê yê girtiyan tê astengkirin û ji ber vê yeke teşhîsa nexweşiyan nayê kirin û lewma rewşa girtiyên nexweş her ku  diçe giran dibe.