'Biryara tecrîdê bi şer re di heman demê de hatiye girtin'

  • 09:05 5 Cotmeh 2024
  • Ramyarî
 
Melek Avci
 
ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş derbarê deklerasyona aştiyê ya rojên borî de hat aşkerakirin axivî û got: “Me jinan dest danî ser rewşê ji ber têkoşîna li dijî şer bi destê jinê dikare pêk bê. Tecrîda li Îmraliyê bi biryara şer re di heman demê de hatiye girtin.”
 
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 30’ê îlonê de bi dirûşmeya "Em di jiyana azad û wekhev de bi israrin li dijî şer in" deklerasyonek aşkera kirin. Di deklerasyonê de jinan banga aştiyê li hemû aliyan kirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş derbarê deklerasyonê de nirxandin kir.
 
* Di 30’ê îlonê de we jinên  DEM Partiyê deklerasyonek aşkera kir. Hûn dikarin hinekî binirxînin?
 
Me meclîsa jinan kampanya ‘Em di jiyana azad û wekhev de bi israrin’  da destpêkirin û didome. Ev biryareke ku meclîsa jinan girtiye. Em wek koma li dijî şerin wê bixebitin. Deklerasyona me hat weşandin. Me xwest em îfade bikin ku çima em li dijî şerin û çima aştiyê dixwazin. Li Rojhilata Navîn şerekî mezin didome. Êrişên Israîlê yên li hember Lubnanê, êrişên li hember Yemenê, li hember Fîlîstînê. Rastiya şerekî mezin heye. Heman demê de li Kurdistanê jî şer bi salane didome. Em ji ber vê vê xebatê dimeşînin. Em bi deklerasyona xwe nabêjin aştî pêkane. Şer tenê bi mirinê pêkan nîne. Qirkirina mirovahiyê heye.  Bi sedehzaran kes dimirin. 
 
* Rastiya sêyemîn şerê cîhanê ev demek dirêje didome. Li gorî vê ev deklerasyon bi pêşengiya jinan hat eşkerekirin. Wateya vê çiye, em dikarin bêjin jinan dest daye mijarê?
 
Belê me jinan dest daye mijarê. Heman demê de em li dijî şer bi destê jinan têkoşînê dimeşînin. Bêguman  di şeran de yên herî zêde zirarê dibînin jin in. Her cureyê destdirêjî û zextan li jinan tên kirin. Ji ber vê jî têkoşîn hinceta me ya herî mezine. Bêguman şer bandor li hemû civakê dike. Li ciwanan, zarokan, Mêran jî dike. Em dikarin li dijî vê bibin dengekî xurt. Em di vî şerî de birayên xwe bavê xwe zarokên xwe winda dikin. Hedefa me eve ku em xwe bigihînin hemû jinan. Bedelên meizn hatin dayîn. Me jî bedel dan. Li dijî van bedeldayînan çi hewce bike em ê bikin. Divê em bikin. Em nikarin vê taloqê siberojan bikin. Tiştekî wisa ne mijara gotinê ye.
 
* Di deklerasyonê de tecrîd jî tê destgirtin. Salvegera komployê jî nêze. Hûn têkiliya şer a bi tecrîdê re çawa digirin dest?
 
Raste rast têkiliya tecrîdê bi şer heye. Niha tecrîda li Îmraliyê tê meşandin bi biryara şer re hatiye girtin. Her du xwe dispêrin heman esasê. Ji ber Îmralî tê wateya aştiyê. Cihê ku dengê aştiyê lê bilind dibe ye. Birêz Ocalan bi dehan carî ji bo aştiyê bang kir. Di her derfetê de ev anî ziman. Ne tenê pêvajoya çareseriyê de ev her tim anî ziman. Em behsa lîderekî ku wek feylezof tê binavkirin dikin. Em behsa şexsiyetekî ku di qada navneteweyî de tê qebûlkirin dikin. Dema mijar wisa be tecrîd û şer jî bi hev re tê nirxandin. Divê wisa bê dîtin. Îro Tirkiye di hawireke siyasî ya dijwar de derbas dibe. Ez aboriyê û mijarê din didim aliyekî din. Vê karasetê bandor li ser hemû civakê kiriye. Ji bo tirkiye aram bibe, aştî pêk bê, divê dest ji van polîtîkayên şer bên berdan. 
Divê dest ji polîtîkayên tecrîdê bê berdan. Dijminahiya li hember kurdan, krîmînalîzekirina kurdan tu fêdeyê nade civaka Tirkiyeyê. Siyaseta dijminahiyê tê meşandin. Tecrîd jî parçeyekê vê ye.  Her kes hedef tê girtin. Li her derê kurd hedef tên girtin, tên krîmînalîzekirin. Rojnameger hedef tên girtin.
Em mijarek berfirehe. Em wek kesên li dijî şerin, li dijî tecrîdê ne, em ê gotina xwe bêjin û di her zemînê de vê bîni ziman. Li gorî min ji bo bidawîbûna tecrîdê divê her kes peywira xwe bîne cih. Birêz Ocalan li dijî vê polîtîkaya dijminahiyê gotina wî heye. Fikra wî heye. Pêşniyarên wî yên çareseriyê hene. Ji bo aramiya gelan ji bo aştiyê, ji bo bidawîbûna şer, jiyanek wekhev û demokratîk îfade dike. Ji ber vê jî di bin tecrîda giran de tê girtin. Ev jî zirarek mezin dide hemû civakan.
 
* Li dijî vê rastiya şer we dest bi seferberiya rêxistinbûnê kir. We wek DEM Partî deklerasyon aşkera kir. Ji bo vexwendîkirina muxalefetê banga we heye? Yekiti çima girînge?
 
Ez vê wek hemû kesî îfade dikim. Ne tenê muxalefet. Ez vê bangê li hemû kesî dikim. Ez her kesî qeset dikim. Ev ji bo AKP’ê jî ye. Niha dengek tuneye. Mirov ji ber li dijî şer in nikarin vê fikra xwe îfade bikin. Mînak di nav AKP’ê de kurd hene lê nikarin xwe îfade bikin, nikarin daxwazên xwe bînin ziman. Ev daxwazên gel dibînin lê ji vî şerî re nabêjin êdî bes e. Ez bawer dikim. Heta niha tu deng derneket. Yek ji van jî Salîm Ensarîoglu bû. Li gorî min divê deng bide dengê mirovan dengê gel. Hewcedariya aştiyê herî zêde vê demê tê hîskirin. Bêguman em jî tenê bi bangan sînor namînin û em ê xebatên xwe bidomînin.
 
* We diyar kir ku gelek plansaziyên we yên bername  û konferansan heye. Hûn dikarin vê hinekî vebikin?
 
Koma me wê navbera xwe de bi rêk û pêk bên gel hev û plansaziyan derxe. Em konferansê netewî û navneteweyî hedef dikin. Ji bo daxwaza aştiyê û dijberbûna şer wê serdanên me pêk bên, wê atolyeyên me pêk bên û wê dan û standina fikr pêk bê. Me ev ewil ji bo Stenbol û Amedê tespît kir. Li Amed û Stenbolê hemû pêkhateyan dê hevdîtin pêk bê. Bi hev re dikarin çi bê kirin wê nirxandin. Hewldana me ev e ku sala 2025’an bibe sala aştiyê. Di vê mijarê de tevlibûna şaredariyan, saziyan û komeleyan girîng e. Me danî pêş xwe. Em ê plansaziya xwe bikin û bikin jiyanê. Me jinan dest danî ser rewşê ji ber têkoşîna li dijî şer bi destê jinê dikare pêk bê. Tecrîda li Îmraliyê bi biryara şer re di heman demê de hatiye girtin.