Mizgîn Acar a hat îddiakirin întixar kiriye, têkoşîna jiyanê dide

  • 09:06 5 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
Pelşîn Çetinkaya
 
MÊRDÎN - Ji ser doza Mizgîn Acar a ku 2 salan dewam kir û piştre Mizgînê jê berat kir dîsa lêpirsîn hatibû destpêkirin. Ji ser vê dozê cezayê muebbetê li Mizgînê hatibû birîn. Piştî cezayê hat dayin rojekê şûnde hat îddiakirin Mizgînê întixar kiriye û ew rakirin nexweşxaneyê. Ev 5 roj in li beşa lênêrîna giran têkoşîna jiyanê dide. 
 
Mizgîn Acar a ku li Mîdyada Mêrdînê biserdegirtina mala xwe de hatibû binçavkirin û di 30'yê Gulanê de hatibû girtin şandin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê. Ji bo rûniştina biryarê ya doza ku di 30'yê Îlonê de derbarê wê de hatibû vekirin ew anîn Girtîgeha Tîpa E a Mêrdînê. Derbarê Mizgînê de bi hinceta di serdema qedexeya derketina li derve ya Nisêbînê de "tevlî pevçûnan bûye" cezayê muebbetê hat dayin. Piştî biryara dozê hat îddiakirin ku Mizgînê li Girtîgeha Tîpa E a Mêrdînê di 1'ê Cotmehê de serê sibehê întixar kiriye. 
 
Talûkeya jiyanê ya Mizgîn Acar a li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mêrdînê ev 5 roj in di beşa lênêrîna giran de ye, dewam dike. Em bi dayika Mizgînê, Afîfe Acar re axivîn. 
 
Ji doza ku jê berat kir ber bi muebbetê ve !  
 
Afîfe diyar kir ku Mizgîn beriya niha ji doza ku cezayê muebetê lê hatibû birîn berat kiribû, lê di heman dozê de der barê Mizgînê de lêpirsîn hat vekirin û got, “Doza ku 2 sal berê dewam kir hebû. Mizgîn di wê dozê de berat kiribû. Lê îsal di 30'ê Gulanê de 4 polîs hatin mala me û Mizgîn birin qereqolê. Ji ber vê yekê ez li pey wan bûm. Min digot qey ew ê tenê îfadeya Mizgîn bigirin û berdin. Lê di wê kêlîkê de ji Mizgînê re gotine, çente û alavên xwe ji diya xwe re berde û were. Ji min re gotin ku wê sibê Mizgîn derkeve pêşberî dadgehê. Rûniştina doza Mizgîn pêk hat. Mizgîn girtin û xistin zindana Midyadê. Mizgîn nêzî 12 rojan li wir ma. Beriya Cejna Qurbanê bêyî agahiya min Mizgîn birin Girtîgeha Xarpêtê. Ji Girtîgeha Xarpêtê telefonî min kirin û gotin Mizgîn li wir e. Ez wê gavê pir xemgîn bûm. Min pirsî, 'Mizgîn çima li wir e?' Di bersivê de bersiva min dan û gotin, ‘Jinek ku li Girtîgeha Midyadê li qawişa Mizgînê bimîne tune ye’.
 
Dadgeh: Em dizanin sûcê Mizgînê tune ye lê...
 
Afîfe, da zanîn ku parêzeran diyar kirin ku li hemberî Mizgînê tiştekî ku bibe sûc tune ye û dadger jî jê re gotine ku dizanin Mizgîn bêsûc e û wiha got: “Heta niha gelek caran danişîna wê taloq kirine. Heta 30'ê Îlonê. Mizgîn wê rojê îfadeya xwe da. Û ne şopa tiliyên Mizgîn û ne jî navê wê li tu derê nehat dîtin. Li gel vê jî Mizgîn girtin û cezayê muebetê lê birîn. Dema ku parêzeran ev agahî da min, ez gelekî xemgîn bûm. Wê gavê min xwest Mizgînê bibînim, lê min çi kir jî destûr nedan. Ger destûr bidana ku ez bi Mizgîn re hevdîtinê bikim, min ê Mizgîn teselî bikira. Dibe ku ev yek neqewime. Dadwerên li vir ji me re digotin, 'Em dizanin ku Mizgîn bêguneh e, lê em nikarin li dijî biryara dadgeha bilind derkevin'. Piştî biryarê danê êvarê Mizgîn birin girtîgehê. Dema ku em bi Mizgîn re axivîn, ji min re got ku dema ku ceza lê bê birîn, dê dîsa wê bibin Xarpêtê. Ez serê sibê saet di 11.00’an de li girtîgeha Mêrdînê geriyam da ku bipirsim ka Mizgîn hîn li Mêrdînê ye yan na. Gotin Mizgîn jî li vir e. Xuya ye ev bûyer wê demê qewimî, lê ji min re negotin. Dûv re, li dora saet 11.00'an min ji nexweşxaneyê bi têlefona xwe peyamek wergirt. Ji ber ku ez nikarim bixwînim û binivîsim, min ji hevala Mizgîn pirsî û hevala wî ji min re got ku tiştekî lezgîn heye û divê ez tavilê telefonî nexweşxaneyê bikim. Dema ku min telefonî nexweşxaneyê kir, şêwirmendan ji min re gotin ku divê ez piştî nîvro telefon bikim ji ber ku betlaneya nîvro bû. Ji ber vê yekê ez dîsa di navbera 1:30 û 2:00'yan de li wan geriyam. Ji min re gotin were vir. Hat gotin ku Mizgîn ji bo kontrolên normal anîne nexweşxaneyê. Ji ber vê yekê min got baş e û hatim nexweşxaneyê. Min xwe teselî kir û min got belkî ne rast be. Paşê ji nexweşxaneyê gazî min kirin. Dibêjin ji nexweşxaneya dewletê ji bo Mizgîn Acar geriyane. Ji min re gotin ku divê ez tavilê werim. Ez tirsiyam, ez ketim nava teşqeleyekê û hatim nexweşxaneyê. Min got tiştek pê hatiye. Me bi parêzerên wê re kontrol kir, Mizgîn di lênihêrîna giran de ye. Li pêşiya beşa lênêrîna giran leşker û polîs hebûn. Li wir min pirs kir ku Mizgîn çawa întîxar kiriye, ji min re gotin ku wê xwe bi xavikê daleqandiye. Dema min pirsî ka li girtîgehê bi kamerayan çawa pêkan e, ji min re gotin ku di qawîşan de kamera tune ye."
 
'Ez bawer nakim keça min xwe întixar kiriye'
 
Afîfe diyar kir ku ew bawer nake keça wê întîxar kiriye û wiha got: “Ez rojê tenê 5 deqeyan dikarim keça xwe bibînim. Dema ez diçim cihê keça xwe du cendirme tên odê. Dema keça min di vî halî de bû jî destê wê li ser nivînê kelepçe kirine. Ez bawer nakim keça min xwe întixar kiriye. Ji ber ku her kesî dizanibû ku keça min ji min hez dike û ji ber vê yekê jî got ku ew ê ji min re tiştekî wiha neke. Ez ê nehêlim ev mesele wiha biqede."