Şandeya rojnamevanan li gel Navenda Metro civiya

  • 14:40 7 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevanên ku li ser banga ROJIN hatine Silêmaniyê piştî Kompanya Çetir, serdana Navenda Metro kir. Di civînê de qala rewşa ne aram ya herêmê û metirsiyên li ser jiyana rojnamevanan hate nirxandin.
 
Komek ji rojnamevan li ser banga ROJIN (Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê) û Însiyatîfa Rojnamevanên Kurdistanê ji bo Gulistan Tara û Hêro Behadîn ên di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyeyê hatin qetilkirin, ji Ewropayê hatin Silêmaniyê.
 
Şande duh gihişt Silêmaniyê û wê sê rojan li bajêr hevdîtin pêk bînin.
 
Şandeya ku ji rojnamevan Alîce Magar, Emma Audrey, Diler Akreyî, Hendrîn Faraj Mohamed, Jallan Zîaeî û Devrîm Alp pêk tê, piştî serdana cihê karê rojnamevanên şehîd Gulistan Tara û Hêro Behadîn ya li Kompanyaya Çetir, serdana Navenda Metro kirin.
 
Di serdanê de yek ji endamên şandeyê Jallan Zîaeî diyar kir ku armanca serdana wan ya ji bo Navenda Metro ewe ku karkirin û ronîkirina vê rewşa nebaş a ku li ser rojnamevanan heye, her wiha bikarin rewşeke wisa ava bikin ku êdî jiyana rojnamegeran nekeve metirsiyê.
 
Piştre Rêveberê Navenda Metro Rehman Xerîb jî axivî û wiha got: “Em li herêmek ku çar aliyê wê bi agir dorpêçî kirî dene, herêmek ku ne tenê ji bo rojnamevanan, ji bo her kesê ne arame. Qetilkirina van rojnamevanan beşek ji diyardeyeke terorîzma cîhanî ye û ji ber vê yekê jî pêwîstî bi piştevaniya cîhanî heye. Rêxistinên xwecihî helwesteke cidî negirtine, ji ber ku destên hizbî li pişt de hebûn. Kêm rêxistin piştgiriyê didin rojnamegeran.”
 
Biryare şande çend rojan li Silêmaniyê bimîne û serdana hinek navend û saziyên ragihandinê yên taybet bi azadiya ragihandinê û rojnamevaniyê bike.