Yuksel Almas nehat tehliyekirin 2021-10-06 14:51:05   AMED - Hevseroka MEBYA-DER'ê Yuksel Almas di rûniştina doza dihat darizandin de nehat tehliyekirin.    3'yemîn rûniştina doza bi idiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" li Hevseroka MEBYA-DER'ê Yuksel Almas hatibû vekirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Yukselê bi rêya SEGBÎS'ê ji Girtîgeha Jinê ya Amedê beşdarî rûniştinê bû. Parêzerên Yukselê Hulya Hava Atli û Muhittin Muguç her wiha şahid li rûniştinê amade bûn.   Meqama îdiayê biryara berdewamiya girtina Yukselê da.    Saleke di girtîgehê de ye   Yukselê diyar kir ku ew mutalayê qebûl nake û ev saleke bi awayekî belasebe û bi neheqî di girtîgehê de ye. Yukselê da zanîn tiştên di îdianameyê de cih digirin xebatên fermî yên kirine û berata xwe xwest.    Parêzerên Yukselê jî diyar kirin ku ew mutalayê qebûl nakin û xwestin muwekîla wan berat bike.    Dadgehê daxwaza demê ya parêzeran qebûl kir û biryara berdewamiya girtina Yukselê da.    Rûniştin taloqî 13'ê Kanûnê hat kirin.