Bernameya ‘Mitînga azadiyê’ diyar bû

  • 12:42 7 Cotmeh 2024
  • Rojane
AMED - Bernameya “Mitînga Azadiyê” ku dê di 13’ê cotmehê de li Qada Îstasyonê ya Amedê bê lidarxistin diyar bû. 
 
Bernameya mitînga ku dê di pêşengtiya Platfroma Saziyên Demokratîk bi dirûşmeya “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê tên bahev” di 13’ê cotmehê de li Amedê bê lidarxistin diyar bû. Qonaxa duyemîn a kampanya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” ku di 10’ê cotmeha 2023’yan de li 74 welatên cîhanê hat dest pê kirin, wê bi “Mitînga Azadiyê” ya bi beşdariya sed hezaran pêk were, dest pê bike.
 
Yên wê biaxivin
 
Navên axaftvan û hunermendên ku wê ji bo Mitînga Azadiyê ya ku dê saet di 13.00’an de li Qada Îstasyonê dest pê bike, derkevin ser dikê zelal bûn. Di mitîngê de Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rêzan Sarica weke axaftvan dê tev li bin. 
 
Komên wê derkevin ser dikê 
 
Bajar û Sorjiyan dê di mitîngê de derkevin ser dikê û stranên xwe bibêjin