
Li Amedê serdana goristanan
- 14:27 28 Adar 2025
- Rojane
AMED - Bi wesîleya Cejna Remezanê li navçeyên Amedê di pêşengiya MEBYA-DER'ê de goristan hatin ziyaretkirin.
Li navçeyên Pîran û Licê yên Amedê bi pêşengiya Komeleya Alîkarî, Hevgirtin, Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên li Dergûşa Şaristaniyê xizmên xwe winda kirin (MEBYA-DER) goristan hatin ziyaretkirin. Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinen Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yaAmedê, rêveberên bajar û navçeyan û malbatên xizmên wan jiyana xwe ji dest dane, beşdarî serdanê bûn.
Pîran
Li cihekî nêzî goristanê welatiyên ku diçûn goristanê ji aliyê cendirmeyan ve hatin astengkirin. Welatiyan bertek nîşanî cendirmeyên ku xwestin serdana goristanan asteng bikin dan. Piştî berxwedaneke demkurt welatî gihiştin goristanê. Li vir beriya her tiştî ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane dua hatin kirin. Piştre jî goristan hatin paqijkirin û serdan bi dawî bû.
Çemê Elika
Leşkeran di dema serdana Goristana Çemê Elîka ya Licê de jî astengî derxisitn û nasnameya kesên çûn serdanê bi GBT kontrol kirin. Malbatên ku li goristanê kevirên goran ên hatibûn şikandin dîtin bertek nîşanî vê rewşê dan. Piştî sererastkirina goristanê welatiyan kêlên gorên xizmên xwe maç kirin û dua xwendin.
'Divê em pêvajoyê biparêzin'
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn jî li ser wêrankirina goristanê axivî û got, "Êdî pêwîstiya van erdan ne bi rondikên çavan, bi aştiyê heye. Ji niha û pê ve ji bo avakirina jiyaneke baştir, em hemû berpirsyar in. Ji pirsgirêkên ku ev sed sal in nehatine çareserkirin, em hemû berpirsyar in. Divê em vê pêvajoyê biparêzin."
Piştî daxuyaniyê malbat bi xwendina duayan ji goristanê derketin.
Şîsê
Goristana Sîsê ya li navçeya Licê jî hat ziyaretkirin. Kesên hatin serdanê ji ber "qedexeya daxuyaniya çapemeniyê" ya Qeymeqamê Licê demeke dirêj rawestiyan; Girseya gel bi wesayîtan hat astengkirin. Girse bi peyatî gihişt goristanê. Malbatan Goristana Sîsê ya wêrankirî paqij kirin.
Li vir Hevserokê MEBYA-DER'ê Mehmet Emîn Kiliç axivî û diyar kir ku ew kesên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û got ku ew ê têkoşîna wan bidomînin.
Malbat piştî lorandina ku kirin û dayan ji goristanê derketin.