Ji bo 4’ê Nîsanê li Şengalê dar hatin çandin

  • 10:51 31 Adar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Êzidî bi boneya 4’ê Nîsanê ya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Baxçê Dayê Erzan a Şengalê dar çandin.
 
Her sal bi boneya 4’ê Nîsanê ya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her derê Kurdistanê dar têne çandin. Bi heman armancî duh bi dehan jin bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li Geliyê Kersê li Baxçê Dayê Erzan bi dehan dar çandin.
 
Jinên ku tevli çalakiya çandina daran bûn, bang li hemû jinên Şengalê kirin ku roja 4’ê Nîsanê tevli pîrozbahiya rojbûna Abdullah Ocalan bibin.