Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî tundiyê daxuyanî da

  • 12:42 28 Adar 2025
  • Ramyarî
 
 
ENQERE - Meclisa Jinan a DEM Partiyê der barê zextên polîs û darazê yên ku di çalakiyên bi rojan in didomin de daxuyaniyek da.
 
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM partî) têkildarî zextên polîs û darazê yên di çalakiyên protestoyî yên bi rojan e dewam dikin de daxuyaniyek da. Di daxuyaniya nivîskî de hat diyarkirin ku jinên ciwan ên li kolanan mafên xwe yên demokratîk diparêzin rastî binpêkirinên mafan ên wekî tundî, tacîz û lêgerîna tazî ji aliyê hêzên hiqûqê ve hatine.
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şîdeta polîsan nîşaneya polîtîkayên desthilatdariya mêr û zayendperest e û hat gotin ku têkoşîna jinan a ji bo wekhevî û azadiyê bi tu awayî bi zext, binçavkirin û tundiyê nayê pûçkirin.
 
Ev tişt hatin gotin: "Hûn ê nikaribin bi zext, tundî û binçavkirinan têkoşîna ciwan û jinên ciwan ên ji bo demokrasî, wekhevî û azadiyê bitepisînin. Tundiya li hemberî jinên ciwan, hedefgirtina bedena jinan nîşaneya hiqûqa dijmin a li hemberî jinê ye. Divê jinên di bin çavan de demildest serbest bên berdan."