Li dijî Dehaqan ber bi azadiyê ve…(1)

  • 09:07 13 Adar 2025
  • Dosya
Agirê Newrozê: Meşaleya azadî û berxwedanê ya natemire! 
 
Derya Ceylan 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Agirê Newrozê ku ji Mezopotamyayê heta îro sembola têkoşîna vejîna nû û azadiya gelan e, tevî hemû zextan dişewite. Ev agirê ku yek ji îfadeya herî xurt a piştevanî, berxwedan û nasnameyê ye, bi taybet ji bo Gelê Kurd û jinan dibe meşaleya azadiyê. 
 
Derketina cihê Newrozê erdnîgariya Rojhilata Navîn û heta roja îro li erdnîgariyên cuda wek hatina biharê, şiyarbûna xwezayê tê dîtin û bi bernameyan tê pîrozkirin. Newroz destpêka biharê û zindîbûna xwezayê temsîl dike. Her sal di 21’ê Adarê de tê pîrozkirin. Wateya ku Kurdan li Newrozê bar kiriye jî gelek cuda ye. Ji berê de kelecana vê rojê ji ber hatina biharê xwedî wateyek girîng e. 
 
Ji bo Kurdan Newroz, wek roja li dijî zilmê serî hildane. Roja ku xwedawendan li dijî Dehaq bi tilîliyan têkoşîn daye ye. Kurd îro Newrozê bir armanca yekitiya neteweyî û berxewdanê  pîroz dikin û mafên civakî û çandî tên qêrîn.
 
Li gorî mitolojiya Kurd, Newroz sembola azadî û serkeftina li diji hikûmdarê zalim Dehaq e. Li gorî rîwateyan Kawayê Hesinkar, Qralê Asur Dehaq têk dibe û gel ji zilmê xilas dike, vê serkeftinê jî bi pêxistina agir pîroz dike. Ji ber vê di Newrozan de pêxistina agir kevneşopî ye.
 
Me çanda agir û pêvajoya wê ya dîrokî ya bi Newrozê bûye sembol berhev kir.
 
Girîngiya agir 
 
Her sal di Newrozê de agir tê pêxistin û fêde heye ku paşeroja wê ya dîrokî bê bibîrxistin. Çanda agir, mirovan seranserê dîrokê çawa bi kar aniye çawa nirx dayê û li dorê hatiye gel hev îfade dike. Agir ji bo mirovan di gelek alî de girîng e. Ji bo ronahiyê ji bo pijandina xwarinê. Der barê çand û bikaranîna agir de mîtolojî, rîtuel û kevneşopî hene. Ev çand gelek perspektîfên cuda dihewîne.
 
Agir ji bo gelek çand û civakan xwedî wateyên kûr û giran e. Di pêvajoya dîrokî de agir ji bo mirov jiyana xwe bidomînin wek alavên cuda hatine bikaranîn lê wateyên wê yên cuda hene. Agir di heman demê de navenda rîtuelên navendî û rolên girîng ên hewandina wateyên rihî digire ser xwe.
 
Agir piştgiriyê dide afirîneriya mirov û pêşketina teknolojik. Agirê di qada pijandin, bikaranîna metal, germkirinê de tê bikaranîn di pêşketina şaristaniyan de jî rolek krîtîk dilîze.
 
Agir wek sembola jiyanê tê bikaranîn. Bi têgehên wek vejina nû, nûbûn, ronahî, germbûn û parastinê têkiliya wê tê danîn. Agir her wiha wateyên rih û olî dihewîne. Wek sembola pîroz tê qebûlkirin. Di îbadetan de tê bikaranîn. Di pîrozbahiyên Newrozê de mirov xwe ji ser agir hol dikin. Lê ev kevneşopî di çandên cuda de xwedî wateyên cuda ye.
 
Wateya agir a li Rojhilata Navîn
 
Li Rojhilata Navîn agir hêmanek pîroz tê hesibandin ku di dirêjahiya dîrokê de bi xwedayan re danûstandinê dike, jêdera paqijkirina ji xerabî û ronakbîriyê û hem jî sembola serhildan û azadiyê ye. Rola agir di mîtolojiyên Zerdeştî, Mezopotamya û Persaan de di teşekirina nasname û bîranînên civakî yên gelan de xwedî cihekî girîng e.
 
Di zerduştiyê de agir
 
Di baweriya Zerdeştiyan de agir ronahiya Ahura Mazda û berdewamiya qenciya gerdûnê temsîl dike. Agirên ku di perestgehên Zerdeştiyan de qet natemirin, sembola hebûna domdar a hikmet û ronakbîriya xwedayî ye. Ev bawerî misoger dike ku Newroz bi agir tê pîrozkirin û serkeftina qenciyê li hember xerabiyê temsîl dike.
 
Di mîtolojiya persan de agir
 
Têkiliya Newrozê ya bi azadiyê re herî xurt di efsaneya Kawa ya di mîtolojiya Persan de derdikeve pêş. Dema ku serdarê zalim Dehak (Zahhak) gelê xwe bi salan di bin zulmê de hişt, hesinkarê bi navê Kawa gel li dora xwe kom kir û li dijî wî serî hilda û şahê zalim hilweşand. Bi pêxistina agirekî mezin serketina xwe pîroz dike. Bi vî rengî agir dibe sembola berxwedan û azadiyê li dijî zilmê.
 
Di çanda Mezopotamya û Sumeran de agir
 
Di baweriyên Mezopotamyayê de agir çavkaniya zanîn û şaristaniyê tê dîtin. Tê bawer kirin ku Xwedê Enkî agir û sirên hikmetê daye mirovahiyê. Ji ber vê yekê di perestgehên Sumeran de girîngiyeke mezin ji parastina agir re weke hebûneke pîroz hate dayîn. Ev vegotin nîşan didin ku agir ji hêmaneke fizîkî wêdetir, di bîra kolektîf a gelan de hêmaneke xurt a nasnameyê ye.
 
Di çanda Kurd de agirê Newrozê
 
Ji bo Kurdan agirê Newrozê ne tenê weke rîtueleke cejnê, di heman demê de weke sembola berxwedanê ya li hemberî polîtîkayên asîmîlasyon, zext û înkarê yên di dîrokê de li ser wan hatiye meşandin berdewam dike. Ji bo kurdên ku nasnameya wan hatiye înkarkirin, zimanê wan hatiye qedexekirin û mafên wan ên çandî bi sedsalan di bin desthilatdariya dewletên cuda de hatine desteserkirin, Newroz yek ji xurttirîn îfadeya hişmendiya neteweyî û daxwaza azadiyê ye.
 
Bi taybetî qetlîamên ku di Newroza 1992’yan de li Şirnex, Cizîr û Nisêbînê hatin kirin, destnîşan kir ku Newroz weke roja serhildan û berxwedanê ya gelê Kurd di bîranînan de hatiye nivîsandin. Gelê Kurd her sal tevî zilm û zordariyan Newrozê pîroz dike û vê rojê vediguherîne peyama serhildan û azadiyê.
 
Ji bo jinan Newroz
 
Jin di dîrokê de bûne hilgir û parastvanê agir. Di destê wan de agir hem bû hêmanek jiyanê û hem jî bû çirûska serhildana li dijî zilmê. Tevgerên jinan di serî de jinên Kurd agirê Newrozê weke sembola serhildana li dijî pergala serdest a mêr, hevgirtin û azadiya jinê hembêz dikin.
 
Agirê Newrozê meşaleya berxwedê ye
 
Di dîrokê de Newroz ne tenê bi hatina biharê, bi têkoşîna azadiyê ya gelan re jî tê naskirin. Agirê Newrozê ku her sal pêdixe, weke yek ji sembolên herî xurt ên serhildana li dijî zilm û zilmê, têkoşîna nasname û lêgerîna edaleta civakî geş dibe.
 
Li gel zext, qedexe û hemû astengiyan îro jî pîrozbahiyên Newrozê dewam dikin. Agirê ku her sal tê pêxistin baweriya gel a azadiyê temsîl dike û meşaleya têkoşîna ku bi nifşan berdewam dike hildigire.
 
Agirê Newrozê îro jî bilind dibe!