
Yên gihiştin sira agir (2)
- 09:03 13 Adar 2025
- Dosya
Li kelehê ‘Newrozbûn!’
NAVENDA NÛÇEYAN - Rahşan Demîrel a serhildana li Kurdistanê destpê kiribû di 1992’yan de li Kadîfekaleyê bi agirê Newrozê geş kir, bi gotinên "Ez xwe dikim Newroz" tê bîra mirovan.
Newroz ne tenê cejne, manîfestoyeke ku dirêjî azadiyê dibe ye li ser avan axan. Roja nû, jiyana nû, pêşeroj û hêza wateya heqîqetê. Hêzek wisa ya wateyê ye ku tenê ne li Kurdistanê, her erdnîgariya ku Kurd lê dijî, bi agirê xwe germ dike, vexwendiyê berxwedanê dike. Wekê Rahşan Demîrel ya ku hat surgunkirin û li Kadîdekaleya Îzmîrê got "Ez xwe dikim Newroz".
Rahşan di 15'ê Tebaxa 1975'an de li Nisêbîn a Mêrdînê tê dinê. Malbata Rahşanê jî wek gelek malbatên kurd ji ber zextan koç dikin. Rahşan hîna 1 salî bû malbat koçî Îzmîrê dike. Rahşan ji bo piştgiriya aborî ya malbata xwe bike di fabrîkaya tekelê de dixebite. Heta derfetên wan hebûn jî diçû Nisêbînê.
Êş di rihê xwe de hîs kir
Di salên 1990'î de berxwedana li Nisêbînê dest pê kir li her derê belav bû û li Kadîfekale ya Îzmîrê jî xwe dide der. Li Kadîfekaleyê wek jina ciwan a di çalakiyan de di eniya pêş de cih digirt hat nasîn. Rahşan her carê ji dayika xwe re daxwaza xwe ya çûyîna çiyan digot. Rojekê ji dayika xwe re dibêje 'Li Cizîrê gelê me tê qetilkirin, kurdan dikujin, em çima tiştekî nakin?."
Kesk û sor û zer: Rengên berxwedanê
Rahşan di temenê xwe yê biçûk de zextên dewletê ferq dike û hêrsa wê mezin dike. Dema ji Rahşanê re cil û berg dihatin kirîn divê kesk, sor û zer bûna. Rojekê li dibistanê mamoste ji ber rengên cilên wê sîleyekê lê dide. Rahşan bi heman awayî bersivê dide û qebûl nake.
Meşaleyeke li kelehê
Salên 90’î de serildanên li Kurdistanê belavî metroplan bû. Gelê Kurd êdî ne tenê li erdnîgariya xwe li bajaran jî agirê serhildanê pêdixistin. Agirê wê demê Zekiye Alkan li Amedê pê xist, li Kadîfekaleyê jî Rahşan Demîrel pêxist.
Di 1992’yan de dewletê Newroz li her derê qedexe kir. Tevî hemû qedexeyan gel daket qadan. Li Nisêbîn, Cizîr û Şirnexê agir hatin pêxistin. Rahşan Demîrel li dijî vê bêdeng nema û 22’ê Adara 1992’yan de nîşeyek hişt û ji malê derket.
Wê Newroz bê pîrozkirin… Lastik tune be jî bi canê xwe
Rahşanê nîşeya "Ez xwe li Kadîfekaleyê dikim Newroz, divê ez bersiva Cizîr, Nisêbînê bidim. Xwedî li min derkevin. Ez agahî didim Îsmet Sezgîn wê Newroz bê pîrozkirin… Lastik tune be em ê bi canê xwe pîroz bikin!" li pey xwe hişt. Rahşan di 17 saliya xwe de bi agirê berda bedena xwe bersiva dewletê da.